Jiyaneke mişt derew: Jenniferê çi kir?

18-04-2024
Nîşan Jennifer Pan Kuştin Malbat Derew
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Jennifer rojekê neçûye zanîngehê lê wê zanîngeh “qedandiye” û ji bo kuştina malbata xwe qatil kirê kirine.

Jenniferê got, “Dê û bavê min hatine kuştin” lê wê kujer kirê kirine.

Belgefîlma Netflixê ya bi navê “Jenniferê çi kir?” jiyana mişt derew a Jennifer Panê careke din anî rojevê.

Jennifer û malbata xwe ji Vietnamê çûne bajarê Torontoyê yê Kanadayê.

Jennifer meha Çiriya Paşîn a 2010an telefonî polîsan dike û dibêje ku dê û bavê wê hatine kuştin û çîroka kifşbûna derewên wê dest pê dike. 

Berê bavê wê ket nexweşxaneyê û polîsan jî Jennifer ji bo wergirtina îfadeyê bir qereqolê.

Serê werîsê ku bi derewan hatibû hûnan li vê derê xuya kir û nakokiyên di îfadeya Jenniferê de ji çavên pispor ên polîsan nefilîtîn.

Jenniferê bi salan gotibû ku diçe zanîngehê lê derket holê ku wê çav li zanîngehê jî nekiriye.

Jennifer li xwe mikûr hat ku ew bi rastî qet neçûye zanîngehê, wê malbata xwe 4 salan xapandiye.

Wê ji bo xwendinê pere ji malbata xwe standine û dîploma, transkrîpt û belgeyên sexte amade kirine.

Her ku ristikên derewên Jenniferê dirêj dibûn ev derewên biçûk û bêguneh dibûn wekî kiryarên nazik û rexlik.

Dema bavê wê baş bû derket holê ku şopa derewên Jenniferê di biserdegirtina mala wan de jî heye.

Polîsan di telefona wê de peyamên wê û hevalê wê yê “berê” Daniel dîtin.

Jenniferê ji Daniel re gotiye ku ew êdî nikare tehemulî malbata xwe bike û divê dawî li vê rewşa kambax were.

Bavê wê dema ji komayê derket behsa pispepistên Jenniferê yên bi “kujeran” re kir û diyar kir ku keça wî jî bi “kujerên bavê xwe” re tevdigere.

Jenniferê ji polîsan re gotibû ku êrişkaran ew li tebeqa serî ya malê girê daye lê bavê eşkere kir ku ev jî yek ji derewên keça wî ye û ew nehatiye girêdan.

Piştî ku xeleka derewên Jenniferê her û her berfirehtir bû polîs neçar man teknîkên xwe yên taybet bi kar bînin da ku fêhm bikin bê Jenniferê çi kiriye.

Piştî lêkolînê domdar û dûvdirêj derket holê ku Jenniferê ji bo kuştina malbata xwe “qatilên bikirê” girtine û bi wan re peyman îmze kiriye.

Navbeynkarê wê û qatilan jî hevalê wê yê berê Daniel bûye.

Daniel, ji David Mylvaganam, Lenford Crawford û Eric Carty re gotiye ku eger malbata Jenniferê bikujin dê gelek pereyan bide wan û bi wan re peyman çêkiriye.

Piştî peymanê qatil ji bo dest bi karê xwe bikin li hêviya peyameke Jenniferê mane.

Jennifera ku di kemînê de keysa xwe xweş kiribû 8ê Çiriya Paşîn nîşanek da kujeran.

Jennifer ber êvarê li hêviya dêya xwe bû. Dêya wê ji dersa dansê vegeriyabû.

Destpêkê kîlîlka dêrî vekirî hişt, piştre çû odeya bavê xwe dît ku li odeya xwe ketiye temara mirinê.

Derbasî odeya xwe bû û li hêviya kuştina dê û bavê xwe ma.

Piştî ku karê “şirîkên” wê xelas bû telefonî polîsan kir.

Piştî gelek lêpirsînan Jenniferê qebûl kir ku wê kujer kire kirine.

Lê dîsa jî wê berê nîrê xwe da nav beyarê derewan û got ku êrişkar hatine malê ku wê bikujin.

Polîsên ku bûbûn şarezayên derewên Jenniferê ew 22yê Çiriya Paşîn girt.

Jennifer Pan, Wong, Carty, Crawford û Mylvaganam 13ê Kanûna Pêşîna 2014an ji ber kuştinê û hewldana kuştinê sûcdar hatin dîtin.

Êdî ji Jenniferê re rêya xelasê nemabû û dadgehê cezayê girtîgehê yê heta heta dayê û biryar da ku 25 salan bi ti şertî nayê berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst