Kerkûk: Di êrişa DAIŞê de leşkerekî Îraqê hat kuştin

29-03-2024
RÛDAW
Nîşan Kerkûk DAIŞ Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – DAIŞê li Kerkûkê êrişî artêşa Îraqê kir û di encama wê êrişê de leşkerekî Îraqî hat kuştin.

Li gorî zanyariyan danê êvarê, çekdarên DAIŞê li Geliyê Şayê yê di navbera parêzgeha Kerkûk û Tikrîtê êrişî lîwaya 44 a artêşa Îraqê kir.

Fermandarekî Lîwaya 44 a artêşa Îraqê derbarê êrişê de ji Rûdawê re got:

“Leşkerekî me bi kanasê hat şehîdkirin û birîndarê me nîne. Hevkarên min bersiv dane DAIŞê lê ti zerer negihaye çekdarên DAIŞê û reviyane.”

Geliyê Şayê ser bi navçeya Daqûqê ya parêzgeha Kerkûkê ve ye.

Nêzîkî 6 salan e bi awayekî fermî têkçûna DAIŞê hatiye ragihandin lê DAIŞ li herêmên valahiya ewlehiyê heye, bi berdewamî êrişî artêşa Îraqê, Pêşmerge û xelkê sivîl dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst