IRAQ - Elî Sîstanî daxwaza hilbijartinên pêşwext dike

01-02-2020
RÛDAW
Nîşan Elî Sîstanî Iraq Berhem Salih Hikûmeta Iraqê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Merciê bilind ê Şîeyên Iraqê, di dawîn peyama xwe de daxwaza ji hilbijartinên pêşwext dike bo çareserkirina kêşeyên li Iraqê û dibêje, berdewambûna vê rewşê rê xweş dike bo metirsî û pirsgirêkên zêdetir.

Peyama Elî Sîstanî, Merciê bilind ê Şîeyên Iraqê, ji aliyê Şêx Mehdî Kerbelayî, nûnerê merciêyeta bilind a ayînî li Necefê di dema gotara Înê de hat xwendin.

Di peyama xwe Sîstanî amaje bi avanebûna hikûmeta dike û rexne li wê rewşê digire û diyar dike, “Divê hikûmetek bi lez were damezrandin ku ji nav xelkê derketiye û rewşê aram bike. Ev hikûmet jî divê welat di demeke kurt de ber bi hilbijartinên pêşwext ên azad ve bibe.”

Herwiha Sîstanî amaje bi rewşa Iraqê ya aloz jî dike û encamdana hilbijartinên pêşwxt bo derketina  ji wê rewşê weke ‘baştirîn bijarde’ binav dike.

Derbarê plana Serokê Amerîkayê ya Rojhilata Navîn de jî, Elî Sîstanî, ew plan şermezar kir û got, “Ji bo axa xwe ya dagirkirî vegerînin û dewleta xwe ya serbixwe ragihînin, em li gel xelkê Filîstînê ne.”

Li aliyê din ew moleta ku Berhem Salih, Serokomarê Iraqê bi partiyên siyasî dabû ku serokwezîrê nû diyar bikin îro bi dawî tê.

Adil Ebdulmehdî, Serokwezîrê berê yê Iraqê, roja 29ê Mijdarê ji ber xwepêşandan û aloziyên wî welatî, dest ji kar berdabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst