Serkirdeyên Kurdistanê piştî dengdanê li ser hilbijartinan çi got?

20-10-2024
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Kurdistanê Hilbijartin Nêçîrvan Barzanî Hikûmet Dengdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser dema bangeşeyên hilbijartinan û got, "Kampanyaya hilbijartinan ji rastiya ku derdikeve pêş cuda ye."

Her wiha Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku “di rojên pêş de qonaxeke nû” dê dest pê bike ku pêwîst e hemû alî ji bo “berjewendiyên Herêma Kurdistanê” bi hev re rûnin.

Dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dest pê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî ku dengê xwe da konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.

"Divê em bi hev re rûnin"

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku ew ne di wê baweriyê de ye ku gotinên tund ên partiyan di dema kampanyayên hilbijartinan de ji bo avakirina hikûmetê rê li ber danûstandinên piştî hilbijartinan bigire.

Li ser pirseke rojnamegeran Nêçîrvan Barzanî got:

"Kampanyaya hilbijartinan bi xwe tê wateya van tiştan.

Kampanyaya hilbijartinan tê wateya hinek caran tundî, hinek caran jî nermiyê.

Kampanyaya hilbijartinan ji rastiya ku tê de ye cuda ye. Ya girîng ew e, divê em bi hev re rûnin."

"Kurdistan ne milkê partiyekê ye"

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha got:

"Kurdistan ne milkê aliyekî û partiyekê ye, hemû bi hev re ya vî miletî ye.

Ji ber vê yekê di rojên pêş de bi hev re axaftin, hevdîtin dê dest pê bikin.

Bangeşeya hilbijartinan temam bû û qonaxeke nû dest pê dike.

Hewce dike ku alî di çarçoveya berjewendiyên Herêma Kurdistanê û welatiyên Herêma Kurdistanê de biryarên xwe bidin."

 

Peyamên serokên partiyan ji bo piştî hilbijartinan

Li aliyê din, Endamê Ofîsa Siyasî ya YNKyê û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî li navendeke dengdanê ya Silêmaniyê dengê xwe da.

"Em ti carî nebûne têkder"

Li ser pirsa "Gelo piştî hilbijartinan dê aştî vegere?" Qubad Talebanî got, "Em ti carî nebûne têkder."

Serokê Komeleya Dadgeriyê ya Kurdistanê Elî Bapîr piştî ku li Hewlêrê deng da got:

"Ez hêvî dikim (piştî hilbijartinan) em bi hev re bi yekîtî rûnin û di atmosfereke aram de rêzê li hev bigirin."

 

"Divê avakirina hikûmetê neyê bipaşxistin"

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Bahadîn hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê wekî hilbijartinên "girîng û biryarder" bi nav kir.

Her wiha Bahadîn hêvî kir ku avakirina kabîneya dehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê neyê bipaşxistin û got:

"Em hêvî dikin ku encam werin qebûlkirin û gavên avakirina hikûmetê werin avêtin, ne ku rûnin û hêdî hêdî salekê bidome."

 

"Divê em li salonekê bicivin û biryara avakirina hikûmeteke nû bidin"

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd bi malbata xwe re çû ser sindoqa dengdanê û piştî dengdanê bersiv da pirsên rojnamegeran.

Mihemed Hacî Mehmûd got, "Em hemû hevbîr in ku piştî hilbijartinan divê em li salonekê bicivin û biryara avakirina hikûmeteke nû bidin da ku kar û barên miletê xwe bi rê ve bibe û rewatiya dadwerî, serokatiya herêmê û hemû cihên din vegerînin ku bi rengekî nû dest bi karê xwe bikin."

"Ev hilbijartin dê guherînên radîkal bi xwe re bînin"

Serokê Lîsteya Eniya Gel Lahur Şêx Cengî jî got:

"Ev hilbijartin dê guherînên radîkal bi xwe re bînin."

Li ser pirsa "Gelo hûn dê beşdarî hikûmetê bibin an na?" Lahur Şêx Cengî wiha bersiv da:

"Em vê yekê ji piştî hilbijartinan re dihêlin. Em nabêjin ka em dê herin nav hikûmetê yan dibin mixalefet."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst