Helîkoptera Serokkomarê Îranê ketibû: Kê û kê canê xwe ji dest daye?

20-05-2024
Nîşan Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî Helîkopter Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hûrgiliyên li ser qezaya helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî derdikevin holê.

Helîkoptera Îbrahîm Reîsî doh li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû xwarê.

Enqaza helîkopterê îro hat tesbîtkirin û derket holê ku li cihê enqaza helîkopterê ti nîşaneyên jiyanê nînin.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku kes ji qezayê bi saxîtî nefiliye.

Kî û kî mirine?

Piştre hat ragihandin ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest daye.

Li hêla din 2 rayedarên leşkerî yên pilebilind ên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de mirine.

Çi bûbû?

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev doh li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.

Doh ji ber şer û mercên xerab ên hewayê karên lêgerînê bi zehmetî dihatin kirin û hat diyarkirin ku cihê helîkopterê piştî ketina wê 15 saetan bi dronan hatiye tesbîtkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst