Mesrûr Barzanî: Qezaya ketina helîkoptera Serokkomarê Îranê cihê dilgiraniyê ye

20-05-2024
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Îbrahîm Reîsî Îran Helîkopter
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser ketine helîkoptera Îbrahîm Reîsî peyamek belav kir û got ku qezaya ketina helîkoptera Serokkomarê Îranê cihê dilgiraniyê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê got:

“Rûdana ketina helîkoptera Serokkomarê Îranê cihê dilgiraniya me ye.

Em diayan ji bo silametiya Serokkomarê Îranê û rêwiyên wê helîkopterê dikin.”

Mesrûr Barzanî di berdewamiyê jî de wiha got:

“Dilê me li cem wan û malbatên wan e û em diayan ji bo silametiya wan hemiyan dikin.”

Çi bûbû?

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev îro li ser sînorê Îranê û Azerbaycanê bi merasîmeke fermî Bendava Kiz Kalasî vekiribûn.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ket xwarê û heta niha jî cihê wê nehatiye zanîn.

Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî da zanîn ku di helîkoptera Reîsî de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Parêzgarê Azerbaycanê Melik Rehmetî, Muftiyê Tewrêzê Ayetullah El Haşim jî hene.

Ehmed Wehîdî ji medyaya Îranê re dabû zanîn ku wan 40 tîmên cûda yên rizgarkirinê, tenduristiyê û leşkerî şandine herêmê lê belê ji ber mij û moranê wan heta niha cihê ketina helîkopterê diyar nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst