Helîkoptera Serokkomarê Îranê hat dîtin: Li cihê enqazê nîşaneyên jiyanê nînin

20-05-2024
Nîşan Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî Helîkopter Ketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku li cihê enqaza helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî nîşaneyên jiyanê nînin.

Helîkoptera Îbrahîm Reîsî doh li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû xwarê.

Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî dabû zanîn ku di helîkoptera Reîsî de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Parêzgarê Azerbeycanê Melik Rehmetî, Muftiyê Tewrêzê Ayetullah El Haşim jî hene.

Televîzyona fermî ya Îranê diyar kir, piştî tesbîtkirina cihê ku helîkopter ketiye tîmên rizgarkirinê çûne ser enqazê.

Li gorî daxuyaniyê li cihê enqaza helîkopterê ti nîşaneyên jiyanê nînin.

Doh ji ber şer û mercên xerab ên hewayê karên lêgerînê bi zehmetî dihatin kirin û hat diyarkirin ku cihê helîkopterê bi dronan hatiye tesbîtkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst