Fermandarekî Îranê çû Rojhilatê Kurdistanê û gef xwarin

27-03-2025
RÛDAW
Nîşan Spaya Padaran a Îranê Rojhilatê Kurdistanê Donald Trump Elî Xamineyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Hêzên Bejayî yên Supaya Pasdaran a Îranê li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê gef xwar û ragihand ku ew dê bersiva her êrişê bidin.

Fermandarê Hêzên Bejayî yê yên Supaya Pasdaran  a Îranê Mihemed Pakpûr çû serdana sînorên Rojhilatê Kurdistanê.

Mihemed Pakpûr gef xwar û got, "Hemû sînorên welat bi taybetî bakur û rojavayê welat di bin çavdêriyeke hûr dene û her gav bi armanca nearamkirina Îran û deverên derdora welat hebe, dê rûbirûyî bersiveke biryarker a hêzên çekdar bibe."

Fermanderê Hêzên Bejayî yên Supaya Pasdaran a Îranê di berdewamiyê jî de got:

"Ew hêzên çekdar ên li sînorên welat hatine bicihkirin, hişyar û bi şiyan in û amadekariyeke temam heye û rê nadin ku ziyaneke herî biçûk li av û axa welat bikeve."

Ev serdana Mihemed Pakpûr di demekê de ye ku çarşema borî Serokê Rêxistina Dadweriyê ya Hêzên Çekdar ên Îranê ragihand:

"Bi biryara Elî Xamineyî, dîwar li ser sînorên wî welatî tê avakirin."

Piştî vegerîna Trump a ji bo Koşka Spî, Îranê çend caran manevrayên leşkerî pêk anîne.

Berpirsên Îranê bi berdewamî behsa wê yekê dikin ku ew amade ne ji bo her tiştê ku rû bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst