Muhsîn Mensûrî: Îbrahîm Reîsî canê xwe ji dest da

20-05-2024
Nîşan Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî Helîkopter Ketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêvebirê Ofîsa Serokkomarê Îranê Muhsîn Mensûrî ragihand ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî canê xwe ji dest daye.

Helîkoptera Îbrahîm Reîsî doh li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû xwarê.

Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî dabû zanîn ku di helîkoptera Reîsî de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Parêzgarê Azerbeycanê Melik Rehmetî, Muftiyê Tewrêzê Ayetullah El Haşim jî hene.

Televîzyoan fermî ya Îranê ragihandibû ku li cihê enqaza helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî nîşaneyên jiyanê nînin.

Televîzyona fermî ya Îranê diyar kir, piştî tesbîtkirina cihê ku helîkopter ketiye tîmên rizgarkirinê çûne ser enqazê û wan ti nîşaneyên jiyanê nedîtine. 

Canê xwe ji dest da

Rêvebirê Ofîsa Serokkomarê Îranê Muhsîn Mensûrî ragihand ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û şandeya pê re canê xwe ji dest daye.

Li hêla din, ajansa nûçeyan a Reutersê jî li gorî agahiyên ku ji rayedarên Îranê wergirtine ragihand ku Îbrahîm Reîsî miriye.

Televîzyona dewletê ya Îranê jî diyar kir ku Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan canê xwe ji dest daye.

Doh ji ber şer û mercên xerab ên hewayê karên lêgerînê bi zehmetî dihatin kirin û hat diyarkirin ku cihê helîkopterê bi dronan hatiye tesbîtkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst