Muhsîn Mensûrî: Me bi kesekî di helîkopterê de pêwendî kir

19-05-2024
Nîşan Îbrahîm Reîsî Îran Helîkopter Muhsîn Mensûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokkomarê Îranê Muhsîn Mensûrî ragihand, piştî qezaya helîkopterê wan bi yek ji rêwiyên helîkoptera Îbrahîm Reîsî re pêwendî daniye.

Alîkarê Serokkomarê Muhsîn Mensûrî ku li devera lêgerîn û rizgarkirinê ye ji kanala Xeber a Îranê re axivî.

Muhsîn Mensûrî,ragihand ku piştî qezayê, yek ji rêwiyan û ekîbên helîkopterê bi wî re ketine pêwendiyê.

Herwiha Muhsîn Mensûrî got:

“Yek ji xalên hêvîdar ên qezayê ji bo helîkoptera serokatîyê ew e ku pêwendî bi yek ji rêwiyên helîkopterê û ekîbên firînê re hebûye.

Ev jî nîşan dide ku qeza ne zêde giran e.”

Muhsîn Mensûrî amaje bi wê yekê jî kir ku 3 helîkopter bi hev re diçûn û piştî ku pêwendiya bi helîkoptera serokkomar re nema du helîkopterên din jî bo demeke kurt li wê deverê li helîkoptera wî geriyan lê ji ber rewşa xirab a hewayê neçar man cihê xwe biterikînin.

Di berdewamiya axaftina xwe jî de Mensûrî eşkere kir ku dê li cihê qezayê di nava 2 kîlometran de lêgerîn were kirin û hêviya wan ew e ku mizgîniyê bidin milletê Îranê.

Çi bûbû?

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev îro li ser sînorê Îranê û Azerbaycanê bi merasîmeke fermî Bendava Kiz Kalasî vekiribû.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ket xwarê û heta niha jî cihê wê nehatiye zanîn.

Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî da zanîn ku di helîkoptera Reîsî de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Parêzgarê Azerbaycanê Melik Rehmetî, Muftiyê Tewrêzê Ayetullah El Haşim jî hene.

Ehmed Wehîdî ji medyaya Îranê re dabû zanîn ku wan 40 tîmên cûda yên rizgarkirinê, tenduristiyê û leşkerî şandine herêmê lê belê ji ber mij û moranê wan heta niha cihê ku helîkopter lê ketiye diyar nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst