Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê di hevdîtina xwe ya li gel Serokwezîrê Îraqê de diyar kir ku her du welat derbarê pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê xwedî heman dilgiraniyan in.
Sûdanî jî diyar kir ku aramiya Sûriyeyê ji bo aramiya tevahiya herêmê xwedî girîngiyeke mezin e.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Tehranê bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re civiya.
Her du serkirdeyan konferansa çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan got:
“Em hêvî dikin ku di bin ronahiya vê serdanê û baweriya di navbera her du aliyan de, hevkariya di navbera her du welatan de xurt bibe û gavên bibandor ên nêzîkbûnê bên avêtin.”
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan her wiha anî ziman:
“Îraq piştî ku terorîzm têk bir, bi taybetî di bin serokatiya birayê min Sûdanî de qonaxeke baş a bipêşketinê dijî û bi îzna Xwedê ev pêvajo dê berdewam bike.”
“Divê aramî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê were parastin”
Pizîşkiyan diyar kir ku her du welat derbarê pêşhatên li Sûriyeyê xwedî heman dilgiraniyan in û got:
“Em xwedî dilgiraniyên wekî parastina aramî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê, têkoşîna li dijî komên terorîst, derxistina rejîma siyonîst ji herêmên dagirkirî û bi taybetî rêzgirtina li hestên olî yên têkildarî cihên pîroz ên Şîeyan in.”
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan da zanîn:
“Metirsiya terorîzmê û îhtimala ku xaneyên terorîst dîsa dest bi çalakiyan bikin, ji bo her du aliyan jî cihê dilgiraniyê ye û me îro ev mijar nirxandin û careke din bi bîr anî ku hevkariya her du welatan çi qasî girîng e.”
“Aramiya Sûriyeyê ji bo herêmê mijareke girîng e”
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî di daxuyaniyê de anî ziman:
“Serdana me ya îro ji bo bipêşvebirina hevkarî û ragihandinê ya di navbera her du welatan de ye.
Em hewl didin ku hevkariya di navbera Tehran û Bexdayê de berfireh bikin da ku têkiliyên di navbera her du welatan de li ser bingeha ewlehî, aramî û refahê bi pêş bikevin.”
Sûdanî di nirxandina xwe ya derbarê Sûriyeyê diyar kir ku divê yekparçeyiya axê û yekîtiya neteweyî were parastin.
Sûdanî tekezî li ser girîngiya çareseriya siyasî ya pirsgirêkên Sûriyeyê kir û got:
“Ev yek dê zererê nede berjewendiyên gelê Sûriyeyê û dê beşdarî aramiya herêmê bike.”
“Îraq ji bo veguhastina aştiyane û jinûveavakirinê amade ye”
Sûdanî anî ziman ku Îraq amade ye beşdarî pêvajoya veguhastina aştiyane û jinûveavakirina Sûriyeyê bibe.
Serokwezîrê Îraqê destnîşan kir ku divê rêz li mafê gelê Sûriyeyê were girtin.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî her wiha tekez kir ku di çareserkirina pirsgirêkan de divê ji zimanê gefan were dûrketin, eger na dê krîz kûrtir bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse