Qalîbaf: Trump ji bo dan û standinan nameyek ji Îranê re şand

09-02-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Bernameya Nukleerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ragihand ku Donald Trump bi nameyekê ji Tehranê xwestiye ku ew dev ji bernameya nukleerî berdin.

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf doh di pêşangeheke Supaya Pasdaran a li Tehranê de gotarek pêşkêş kir.

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf di gotara xwe de got:

“Binêrin Trump çi nivîsandiye, mijar êdî ne nukleer e, têkildarî bernameya mûşekî, çekên neasayî û çekên din ên Îranê ye.

Ev tê wê wateyê ku dixwazin Komara Îslamî ya Îranê ji çekan were paqijkirin.”

Trump di îdareya xwe ya yekem de ji rêkeftina nukleerî ya sala 2015an a di navbera Îran û hêzên mezin ên cîhanê de ku armanc jê sînordarkirina bernameya Tehranê bû derket.

Li ser vê yekê Îranê jî qonax bi qonax dev ji pêbendiyên xwe berda û dewlemendkirina xwe ya di warê uranyomê de zêdetir kir.

Di serdema îdareya Joe Biden de ji dan û standinên ji bo çalakkirina rêkeftinê ti encam derneketin.

Trump 4ê mehê dîsa ceza bi ser Îranê de sepandin û xwest ku dev ji bernameya nukleerî berde û beşdarî dan û standinan bibe da ku “Îraneke aram” were avakirin.

“Qala riswakirina me dikî”

Qalîbaf li ser nameya ku tê îdiakirin Trump ji Tehranê re şandiye got:

“Ev kes hatiye, pêşwext û bi awayekî yekalî nivîsandiye û dibêje ez naxwazim van tiştan bi cih bînim lê werin û bi daxwaza xwe qebûl bikin, diyar e tu qala riswakirina me dikî.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqç jî doh da zanîn ku ew dê ti carî di rewşeke lawaz de di bin cezayan de neçin nav dan û standinan.

Rojekê berî wê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ragihandibû ku dan û standin bi Amerîkayê re “ne di cih de ye û ne durist e.”

Tehranê di çend mehên borî de amaje pê kiribû ku ew amade ye vegerê ser maseya dan û standinan da ku çarenivîsa bernameya nukleerî diyar bike lê gotinên Xamineyî dawî li wan amajeyan anî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst