Hemas: Hinek ji dîlên biyanî yên li Xezeyê dê bên berdan

31-10-2023
RÛDAW
Nîşan Hemas Îsraîl Dîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baskê çekdarî ya Hemasê Lîwayên Îzedîn Qesamê ragihand ku di demeke nêzîk de hinek ji dîlên biyanî yên li Xezeyê dê bên berdan.

Berdevkê Lîwayên Qesamê Ebû Ubeyde di peyama xwe ya vîdyoyî de derbarê dîlên Îsraîlî yên ku li Xezeyê di destê wan de ne, axivî.

Ebû Ubeyde got ku li ser daxwaza welatên cûrbicûr, ji ber ku naxwazin hinek ji wan dîlên biyanî yên di destên wan de, li Xezayê bihêlin, ew dê di demeke nêzîk de hinek ji wan berdin.

Ebû Ubeyde daxuyaniya Îsraîlê ya derbarê rizgarkirina leşkerekî bi operasyona bejayî, red kir û got:

"Ne mimkun e Îsraîl xwe bigihîne esîrekî ku di destê Îzedîn Qesamê de be. Dibe ku ew dîl yek ji wan dîlan be ku li Xezeyê di destê hinek kes koman de bû."

Ebû Ubeyde got, "(Serokwezîrê Îsraîlê) Netanyahu pesnê xwe bi rizgarkirina dîlekî piştî cenga bi qasî mehekê, dide û vê pîroz dike. Heke bi vî awayî be dê azadkirina dîlên mayî yên li Xezeyê, 20 salan biajo."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst