Hemas dê termên 5 dîlan teslîmî Îsraîlê bike

17-02-2025
RÛDAW
Nîşan Hemas Dîl Îsraîl Term
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hemas dê termên 5 dîlên li Xezeyê, roja Pêncşemê radestî Îsraîlê bike.

Li gorî nûçeya têlevîzyona dewleta Îsraîlê KANê, bi navbeynkariya welatên navbeynkar Hemasê qebûl kir ku terman radestî Îsraîlê bike.

Artêşa Îsraîlê dest bi amadekariyan kir ku 20ê Sibatê roja Pêncşemê terman wergire.

Hemas dê serê sibehê navê dîlan ragihîne û pişt re dê terman li cihekê pêşdatir diyarkirî, teslîmî ambulansên artêşa Îsraîlê bike.

Îsraîl jî piştî tesbîta nasnameyan dê xeberê bide malbatên dîlên ku mirine.

Ji aliyekî din ve tê pêşbînîkirin ku di tûra heftem a pevguhertina dîlan a di navbera Hemas û Îsraîlê ya di 22yê Sibatê roja Şemiyê de 3 dîlên Îsraîlî yên din jî bên berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst