Hewlêr (Rûdaw) - Hemasê di çarçoveya agirbestê û peymana guherîna dîlan de wekî qonaxa yekem 3 dîlên jin ên Îsraîlî radestî Xaça Sor kirin.
Ekîba Xaça Sor li Meydana Sarayayê ya li bajarê Xezeyê amade bûn û 3 jinên dîl ên Îsraîlî ji Hemasê wergirtin.
Çekdarên Hemasê bi çek û rextên xwe ve hatin dîtin û bi hezaran Filistîniyan di operasyona teslîmkirinê de tekbîr anîn û dirûşim bilind kirin.
Ji aliyê din ve ji artêşa Îsraîlê daxuyaniya nivîskî hat dayîn.
Li gorî daxuyaniyê, Xaça Sor ragihand ku 3 dîlên Îsraîlî teslîmî wan hatin kirin û ew ber bi hêzên Îsraîlê yên li Xezeyê ve bi rê ketin.
Peymana agirbest û pevguhertîna dîlan a navbera Îsraîl û Hemasê
Ji welatên navbeynkar Qeterê ragihand ku Îsraîl û Hemasê li hev kir ku li Xezeyê agirbest çêbe û dîl werin pevguhertin.
Peymana lihevkirinê îro li gor saeta Herêma Kurdistanê 12:15an ket rewacê.
Peymana agirbestê ji sê merhaleyan pêk tê û 42 rojên ewil 33 dîlên Îsraîlî dê werin berdan.
Li gorî peymanê, alîkariyên mirovî dê bi awayekî berfireh bigihêjin Xezeyê û Filistîniyên ku ji cih û warên xwe bûne, dê karibin vegerin herêmên xwe.
Hûrgiliyên merhaleya duyem û sêyem jî dê piştî bidawîbûna merhaleya ewil werin eşkerekirin.
Çi bûbû
Agirbestê ku biryar bû îro saet 09:30î li Xezeyê dest pê bike, ji ber ku Hemasê lîsteya dîlan neşandibû pêk nehat.
Îsraîlê ragihand ku heta Hamas navên dîlan eşkere neke, dê êrişên xwe bidomîne.
Li ser vê yekê, Lîwayên Qesamê navê 3 kesan eşkere kir û lîsteya dîlan radestî Îsraîlê kir.
Piştî radestkirina lîsteya dîlan, ki Xezeyê agirbestê saet 12:15an dest pê kir.
Berdevkê Lîwayên Qesamê Ebû Ubeyde ragihand ku di encama lihevkirinê de dê pêşî 3 jinên Îsraîlî werin berdan.
Ebû Ubeyde da zanîn ku dê îro Romî Gonena 24 salî, Emîlî Damariya 28 salî û Doron Steînbrechera 31 salî werin berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse