Hemas: Îsraîlê 4 xalên peymana agirbestê bin pê kirin

11-02-2025
RÛDAW
Nîşan Hemas Îsraîl Xeze Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hemasê ragihand ku Îsraîlê 4 xalên peymana agirbestê bin pê kirine.

Peymana agirbesta ji bo Xezeyê ya di navbera Îsraîl û Hemasê de 19ê Kanûna Paşîn hatibû îmzekirin.

Hemasê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku Îsraîlê 4 xalên peymana agirbestê bin pê kirine.

Li gorî Hemasê Îsraîlê ev xal bin pê kirine:

"Vegera Filistîniyên ku ji cih û warên wan hatine kirin bi derengî hatiye xistin.

Li Xezeyê êrişên asmanî hatin kirin û gule berdan Filistîniyan.

Destûr nehat dayîn ku alavên vehewînê derbasî Xezeyê bibin.

Dereng destûr hat dayîn ku alavên tibî û derman derbasî Xezeyê bibin."

Berdevkê Lîwayên Qesamê Hemasê Ebû Ubeyde ragihandibû, ji ber ku Îsraîlê sozên peymana agirbestê bi cih neanîn, wan radestkirina dîlan a ku dê 15ê Sibatê bihata kirin bi paş paş xistiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst