Hewlêr (Rûdaw) - Hûsiyan ragihand ku di êrişa hewayî ya Amerîkayê ya li ser avahiyekê li Senaya paytexta Yemenê de 4 sivîl hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di nûçeya televîzyona Al-Masirahê ya ku girêdayî Husiyan e de hat gotin:
"Di êrişa hewayî ya Amerîkaya dijmin a li ser avahiyekê li taxeka El-Esrê ya navçeya Mainê ya paytext Senayê de 4 kes hatin kuştin."
Di nûçeyê de hat ragihandin ku di êrişê de gelek sivîl jî birîndar bûne.
Her wiha hat gotin ku balafirên şer ên Amerîkayê di heman demê de li gelek deverên bajarê Hudeydeyê yê Yemenê jî êriş pêk anîne.
Êrişên hewayî yên Amerîkayê yên li ser Yemenê
Hûsiyan di daxuyaniya xwe ya 7ê Adarê de ragihandibû ku ew dê 4 rojan bidin Îsraîlê da ku rê bide alîkarî herin Xezeyê, heke na dê êrişên xwe yên deryayî li hemberî Îsraîlê ducare bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump 15ê Adarê li ser hesabê xwe yê Truth Socialê ragihandibû, wî ferman daye artêşê ku li hemberî Hûsiyên Yemenê dest bi "êrişeke mezin" bike.
Serokê Hûsiyan Evdillmelîk el-Hûsî ragihandibû ku dê balafir û keştiyên şer ên Amerîkayê bibin armanca Hûsiyan.
Evdillmelîk el-Hûsî gotibû heta ku êrişên wan berdewam bikin dê astengiyên di rêwîtiyên deryayî de Washingtonê jî bidin ber xwe.
Hûsiyan ragihandibû ku di êrişên hewayî yên Amerîka û Brîtanyayê 79 kes hatine kuştin û 107 kes jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse