Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê dîsa li Xezeyê dest bi êrişan kir û herî dawî Berdevkê Hemasê yê bi navê Ebduletîf Qanu li Xezeyê hat kuştin.
Medyaya Îsraîlê doh diyar kir ku Ebduletîf Qanu hatiye kuştin.
Medyaya fermî ya Hemasê jî ragihand ku berdevkê wê yê bi navê Ebduletîf Qanu li Cîbaliyeya Xezeyê di encama bombebarana Îsraîlê de hat kuştin.
Li gorî gotina Hemasê di heman êrişê de gelek sivîl jî hatin kuştin û birîndarkirin.
Li aliyê din, medyaya Amerîkayê jî ragihandiye ji dema ku Îsraîlê dubare dest bi êrişan kiriye 6 fermandarên Hemasê yên li herêmê hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê di vê hefteyê de herî kêm 830 Filistînî hatine kuştin ku piraniya wan jin û zarok in.
Li gorî medyaya Erebî, ji destpêka şerê Xezeyê yê 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve, ji 20 endamên Polîtburoya Hemasê 11 kes ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin.
Her di vê hefteyê de, Îsraîlê her du endamên Polîtburoya Hemasê; Îsmaîl Berhûm û Selah Berdwîl kuştin.
Piştî destpêkirina dubare ya êrişên Îsraîlê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Hemas tawanbar kir ku red kiriye agirbestê dirêj bike û roja çarşemê jî hişyarî da wê koma Filistînî ku eger di demeke nêz de, dîlên wan azad nekin, Îsraîl dê Xezeyê kontrol bike.
Tevgera Hemasê jî bersiva gefa Netanyahuyê da û ragihand, eger Îsraîl êrişên xwe li Xezeyê ranewestîne ew dê dîlên xwe di nav kefen de teslîm bistîne.
Îsraîlê ragihandiye ku ji 251 dîlên ku çekdarên Hemasê di 7ê Çiriya Pêşîn de li başûrê Îsraîlê revandine û birine Xezeyê, 59 kes di wê herêmê de mane.
Îsraîlê piştrastkiriye ku 34 dîlên wê hatine kuştin dixwaze termên wan bên radestkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse