Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê gef li Hemasê xwarin û diyar kir, heger di demeke kurt de dîl neyên berdan, ew dê li Xezeyê bimînin û dest deynin ser.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di axaftinekê de li Parlamentoya Îsraîlê ragihand ku heta ku çekdarên Hemasê li ser wê yekê berdewam bin û dîlan bernedin, “zexta li ser wan dê zêdetir û xurttir bibe.”
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu her wiha got:
“Zext dê destdanîna ser a deverên din û bi rêkarên din ve jî girêdayî bin ku ez naxwazim li vir behsa wan bikim.”
Gefên Netanyahu, rojekê piştî gefên Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz tên ku ragihand:
“Heta ku Hemas derfeta berdana dîlan red bike, dê deverên zêdetir ji dest bide û ew dever jî dê rasterast bi Îsraîlê ve bên girêdan.”
Piştî hefteyekê ji destpêkirina êrişên artêşa Îsraîlê yên li Xezeyê ku ji ber agirbestê hatibûn rawestandin, Îsraîlê ragihand, du mûşek ji Xezeyê ber bi deverên sînorî yên başûrê Îsraîlê ve hatine avêtin.
Êrişa mûşekî, di demekê de ye ku roja sêşemê, cara yekem bi sedan Xezeyiyan xwenîşandan li dijî Hemasê kir û dirûşm li dijî Hemasê got.
Roja 18ê Adarê Îsraîlê careke din dest bi êrişên xwe yên li Xezeyê kir û Hemas bi wê yekê tawanbar kir ku mercên agirbestê bi cih neanîne.
Li gorî berpirsên tenduristiyê yên Xezeyê, ji roja destpêkirina êrişan ve 830 Filistînî li Xezeyê hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse