Li Xezeyê di 24 rojan de 8 hezar û 306 kes hatin kuştin

30-10-2023
RÛDAW
Nîşan Xeze Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Xezeyê ji ber bomberbarana Îsraîlê hejmara kesên canê xwe ji dest daye derket 8 hezar û 306an

Di nava 24 demjimêran de, li Xezeyê di encama bombebaranan de 301 kesan canê xwe ji dest daye.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê Eşref el-Kudra li nêzî Nexweşxaneya Şîfayê li ser êrişên Îsraîlê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Eşref el-Kudra da zanîn ku ji 7ê Çiriya Pêşîn ve heta niha 8 hezar û 306 kesan canê xwe ji dest daye û 21 hezar û 41 kes jî birûndar bûne.

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di nav kesên hatine kuştin de 3 hezar û 457 zarok û 2 hezar û 136 jin hene.

Kudra destnîşan kir ku ji ber êrişên Îsraîlê 25 nexweşxane ji kar ketine û 25 ambûlans jî bûne armanc.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst