XEZE - Dibistana ku penaber lê diman hat bombebarankirin

04-11-2023
RÛDAW
Nîşan Xeze Îsraîl dibistan Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê dibistaneke li bakurê Xezeyê ku penaber lê diman bombebaran kir.

Li gorî agahiyan, mirî û birîndar hene.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê li ser êrişê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, dibistana Usame bin Zeyd ya li herêma Saftavî ya ku dikeve bakurê Xezeyê hat bombebarankirin.

Herwiha hat ragihandin ku li dibistanê penaber diman û di encama êrişê de mirî û birîndar hene.

Lê heta niha hejmara mirî û birîndaran nehatiye ragihandin.

Rewşa dawî ya şerê Îsraîl - Hemasê

Şerê Hemas û Îsraîlê ji 7ê Çiriya Pêşinê ve didome.

Li gorî daxuyaniya Îsraîlê, di êrişên Hemasê de 315 leşker, bi giştî hezar û 400 Îsraîlî hatine kuştin û 5 hezar û 132 kes jî birîndar bûn.

Li gorî Îsraîlê, ji 31ê Çiriya Pêşîn ve ve li Xezeyê 24 leşkerên Îstaîlê mirine.

Li aliyê din, di destê Lîwayên Qesamê de 242 dîlên Îsraîlî hene.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê jî, di êrişên Îsraîlê de 3 hezar û 826 zarok, 2 hezar û 405 jin, bi giştî 9 hezar û 227 Filistînî hatine kuştin.

Herî kêm 23 hezar kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst