HSD: Komên çekdar amadekariya êrîşan dikin

29-11-2020
RÛDAW
Nîşan HSD Eyn Îsa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand, di demên dawiyê de Tirkiyê û girûpên çekdar topbaranên xwe li gundên derdora Eyn Îsa û Girê Spî zêde kirine.

Navenda Ragihandina HSDê dibêje, Artêşa Tirkiyê di dema 3 rojan de, bajarokê Eyn Îsa û derdora wê bi berdewamî topbaran kirine û malên kesên sivîl bûne armanca wan topbaranan.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku îro danê sibehê navenda bajarokê Eyn Îsa û derdora wê hatiye topbarakirin û di encamê de, du zarok birîndar bûne.

HSD herwiha amaje bi wê yekê dide, ku tevî zêdebûna topbarana artêşa Tirkiyê li ser navenda Eyn Îsa, liv û tevgerên çekdaran li gundê Malikiyê yê ser bi vî bajarokî ve jî zêde bûne.

Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandina HSDê, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 2 kolometran dûrî rêya navdewletî ya M4, bingehan datînin û amadekariyên êrîşan dikin.

Herî dawî jî Artêşa Tirkiyê îro êvarî demjimêr 19.00 gundewarê Eyn Îsa topbaran kir û bi taybetî derdora rêya navdewletî ya M4 li bakurê vî bajarokî da ber topan.

Di wan demên dawiyê de, ji ber ku artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê êrîşên xwe zêde kirine, rewşa ewlehî û leşkerî li bajarokê Eyn Îsa ne cêgîr e.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk heftiya derbasbûyî jî têkildarî êrîşên vê dawiyê yên li ser Eyn Îsa daxuyaniyek weşandibû û ragihandibû, ku roja Çarşemê hêzên wan êrîşeke berfireh a komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bo ser gundê el Malikiyê li bakurê Eyn Îsa têk birine û di encamê de 18 çekdar hatine kuştin.

Bi gotina HSDê, serkirdeyekî DAIŞê yê berê yê bi navê ‘Ismaîl el Îdo’ jî di nava çekdarên kuştî de bûye. HSDê herwiha diyar kiribû, ku di vî şerî de 4 kes ji şervanên wan jî birîndar bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst