Di nav HSDyê de alozî: Encûmena Leşkerî ya Hecînê helwesta xwe diyar kir

26-07-2023
RÛDAW
Di nav grûpên HSDyê de alozî derket
Di nav grûpên HSDyê de alozî derket
Nîşan HSD Dêrezor Alozî Encumana Leşkerî ya Hecînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Leşkerî ya bajarokê Hecînê, derbarê bûyerên Dêrezorê de piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re ragihand.

Li Dêrezorê ji ber şer û pevçûnên di navbera Polîsên Leşkerî û Emcûmena Serbazî ya Dêrezorê de rewş aloz e.

Doh piştî nîvroyê li navçeyên Sor, Kisre, Cidîde Igêdat, Izbe û hejmareke gundên rojhilatê Dêrezorê ku di bin kontrola HSDyê de ne, di navbera Encûmena Serbazî ya Dêrazorê û Hêzên HAT û Asayişê de alozî derketibû.

Encûmena Leşkerî ya Bajarokê Hecînê ya Dêrezorê ku beşek ji HSDyê ye ragihand ku ew amade ne ji bo nehiştina fitneyê û destêwerdanên derve bi HSDyê re kar bikin. 

"Em dê mertalekî rêgir û lateke xurt bin ku hemû plan bişikin"

Fermandarekî Encûmena Leşkerî ya Hecînê got, “Em li hemû bereyan amade ne, ji bo alîkarî û piştgiriya hevalên xwe. Em li bakurê Sûriyeyê rê nadin ti dagîrkirineke nû li navçeyeke me çêbibe. Herhewa em amade ne, ji bo vegerandina hemû navçeyên me yên dagîrkirî û em dê mertalekî rêgir û lateke xurt bin ku hemû plan bişikin."

Herwiha Navenda Ragihandinê ya HSDyê jî di daxuyaniyekê de, behsa kêşeya doh a di nav hêzên xwe de kir.

HSDyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan komîteyeke şopandinê ji bo wê kêşeyê û çareserkirina wê pêk aniye.

HSDyê amaje pê da ku  dê ew kêşe bi hevahengî bi rîspiyên eşîrên wê deverê re were çareserkirin.

Li gorî daxuyainiya HSDyê, ew dê wan kesên ku destê wan di wê kêşeyê de heye bigirin.

HSDyê herwiha da zanîn ku li hember hemû liv û tevgerên çekdar ên neyasayî ku gefê li ser navend û xalên leşkerî dirust dikin û aramiyê têk didin, dê rêkarên yasayî bi kar bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst