Hewlêr (Rûdaw) – Sûriyeyên ku ji ber şerê navxwe çûn Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, piştî nemana desthilata Esed vedigerin welatê xwe.
Vegera penaberên Sûriyeyî ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berdewam dike.
Sûriyeyî li Kilîsê ber Deriyê Gumrikê yê Oncupinarê civiyan û piştî kar û barên li Navenda Vegerandinê ya Koçberên, diçin welatê xwe.
Mihemed Mistefayê 35 salî ji bo ku vegere welatê xwe çû ber deriyê sînor û diyar kir ku ew 14 sal berê çûye Tirkiyeyê û wiha dewam kir:
"Min li Tirkiyeyê karê kaportayê kir. Li Sûriyeyê şer bi dawî bû û em vedigerin welatê xwe.”
Penaberê bi navê Muhammet Aldakî jî got:
“Dema hatim dû salî bûm û niha 16 salî me. Ez li Tirkiyeyê hem fêrî qesabiyê bûm û hem jî fêrî hostahiya avahîsaziyê bûm.
Ez li Tirkiyeyê fêrî dû pîşeyan bûm. Armanca min ew e ku pîşeyên fêr bûme li Sûriyeyê bikim û li wê derê karê xwe bixwe bikim.”
Li gorî amarên fermî li Tirkiye û Bakurê Kurdistan 2 milyon 9 hezar koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hene.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya roja yekşemê ragihand piştî nemana desthilata Esed 7 hezar û 621 penaber bi daxwaza xwe vegeriyane welatê xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse