Sîsî: Nabe destwerdan di karûbarê Iraqê de bê kirin

28-08-2021
RÛDAW
Nîşan Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî Iraq Lûtkeya Bexdayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî rexne ji destwerdana welatan di karûbarê Iraqê de rexne kir û got, ew piştevaniya parastina serweriya Iraqê dikin. Sîsî tekez jî kir, ew amade ne peywendiyên xwe yên du alî li gel Iraqê pêş bixin û bo vê mebestê lûtkeya sê alî di navbera Misir, Iraq û Urdinê de hatiye sazkirin.

Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî got, “Misir piştevaniya Hikûmeta Iraqê dike bo bihêzkirina dewleta nîştimanî û saziyên wê heta bikare erkên xwe li hember parastina ewlekariya Iraqê cîbicî bike û parêzgariyê ji yekparçeyê  û samanên Iraqê bike.”

Ebdulfetah Sîsî tekez jî kir, “Herweha Misir hemû destwerdan û destdirêjiyeke ne rewa li ser erda Iraqê ret dike.”

Serokê Misirê daxwaz ji hemû hêzan jî kir, “rêzê li serweriya wî welatê mezin (Iraq) bigrin  û rêzê ji bijardeyên gelê Iraqê bigirin heta Iraq rola xwe hem di asta welatên Erebî û hem navçeyê de bibîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst