18 koçberên Rojavayê Kurdistanê li Cezayirê wenda ne

27-08-2023
RÛDAW
4 meh in 18 koçberên wenda ne
4 meh in 18 koçberên wenda ne
Nîşan Koçber Rojavayê Kurdistanê Cezayîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ev çar meh in ku 18 koçberên ji Rojavayê Kurdistanê, li Cezayirê wenda ne.

Ji wan koçberên wendabûyî 17 kes ji bajarê Kobaniyê ne û yê din jî xelkê Efrînê ne.

Malbatên 18 koçberên ji Rojavayê Kurdistanê, bi rêya Rûdawê bangek belav kir.

Ew malbat ji bo çarenivîsa zarokên wan eşkere bibe, ji hikûmeta Cezayirê û Civaka Navdewletî dixwazin alîkariya wan bikin.

Wan malbatan got, roja 24ê Nîsana îsal zarokên wan bi hinek beleman ji Cezayirê derketine û wan xwestiye xwe bigihînin welatên Ewropayê.

Bi gotina wan, ji wê rojê ve haya wan ji zarokên wan nemaye û ew tiştekî li ser zarokên xwe nizanin.

Wan malbatan ji hikûmeta Cezayirê xwest ku ew jî tevlî karê lêgerîna koçberan bibin.

Bavê koçberekî wendabûyî ji Rûdawê re got, gelek welatiyên Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî xelkê Kobaniyê li Cezayirê wenda bûne.

Navên koçberên li Cezayirê wenda ev in:

- Mihemed Mehmûd Ehmed

- Felat Ebdo Neasan - Til Xezal

- Mehmûd Silêman - Şêran

- Serwan Mihemed Elî - Til Xezal

- Aras Merwan Elî - Pêndir

- Ehmed Beşîr Kino - Til Xezal

- Mihemed Neasan - Baxçeyê Ebrûş

- Amed Ela el-Dîn - Şêran

- Hebeş Ehmed - Bilik

- Ibrahîm Hisên Mihemed

- Fîras Elî Remê - Sêlim

- Ferhad Ebdo Elî - Zirafik

- Demhat Osman Şêxo - Çiqir

- Dijwar Ebdilezîz - Minaz

- Mehmûd Salih Osman - Eyn Betê

- Omer Simê - Xecokê

- Mehmûd Mihemed Elî - Til Xezal 

- Mihemed Mistfa Hemo - Efrîn

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst