Lûtkeya sê alî ya Iraq, Urdin û Misirê birêve diçe

27-06-2021
RÛDAW
Nîşan Lûtke Iraq Urdin Misir Pirsa Elektrîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lûtkeya sê alî ya Iraq, Misir û Urdinê li îro Bexdayê birêve diçe û Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî gihişt Bexdayê û ji aliyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih ve hat pêşwazîkirin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê Mistefa Goran, ku piştî Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem jî gihişt Bexdayê, serokên herdu welatan dê li gel Serokomarê Iraqê Berhem Salih kom bibin û civîna duyem a Şah Ebdullah û Ebdulfetah Sîsî dê li gel Serokwezîr Mistefa Kazimî be.

Her li gor peyamnêrê Rûdawê  di lûtkeya sê alî ya serokên wan welatan de, pirsa girêdana tora elektrîkê di navbera Misir, Urdinê jî dê bê gotûbêjkirin ku ev demek e hewleke zêde bot ê dayîn.

Misir niha beşeke zêde ya elektrîkê berhem tîne û dikare elektrîkê bo Urdin û Iraqê jî dabîn bike, lewma eb jî yek ji mijarên girîng ên civînan dibe.

Wezîrê Bazirganî yê Iraqê Ela Cibûrî jî ragihand, ji sala 1980an ve, Iraqê rêkeftina bazirganî, abûrî, zanistî û civakî li gel herdû welatên Misir û Urdinê pêk aniye, ji bilî îmzekirina çend jihevtêgihiştinên din di navbera Iraq û wan welatan de.

Cibûrî got jî, Iraqê sala 2019an, rêkeftina damezrandina `Bazara Azad` li gel Urdinê îmze kir, di sala 2020ê de, qebareya pevguhertina bazirganî ya di navbera Iraq û Urdinê de 440 milyon û 184 hezar û 840 dolar bûye.

Wezîrê Bazirganî yê Iraqê got jî, li gel Misirê jî bi heman awayî, pêwendiyên aborî û bazirganî pêş ve birine, sala 2020 qebareya pevguhertina bazirganî di navbera Iraq û Misirê de, 386 milyon û 161 hezar û 316 dolar bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst