Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz got, “Eger Hemas hemû girtiyan bernade, li Xazeyê dê deriyên dojehê vebin."
Îsraîlê şeva borî êrişî Xezeyê kir, herî kêm 232 kes mirin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz di daxuyaniya xwe de got, ji ber ku Hemas girtiyên Îsraîlî bernade wan careke din dest bi êrişan kiriye.
“Deriyên dojehê dê vebin”
Katz diyar kir ku heta bigihin armancên xwe ew dê êrişan bidomînin û got:
"Eger Hamas hemû girtiyan bernade, li Xazeyê dê deriyên dojehê vebin."
Artêşa Îsraîlê daxuyand ku li gorî fermana qedemeya siyasî, êrişên berfireh ên li ser Xezeyê careke din dest pê kiriye.
Di daxuyaniya Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê de jî hat gotin ku êrişê bi fermana Serokwezîr Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Yisrael Katz dest pê kirine.
Hat ragihandin ku Îsraîl dê "hêzeke leşkerî ya gavo gavo zêde dibe" li dijî Hemasê bi kar bîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse