LIBNAN - Heta niha 37 kes mirine û 2931 kes birîndar in

7 demjimêr berê
RÛDAW
Bêtêlên li Libnanê\ Wêne AFP
Bêtêlên li Libnanê\ Wêne AFP
Nîşan Libnan Hizbulaha Libnanê Beyrût Îran Îsraîl Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Tenduristiyê ya Libnanê Firas Abiad diyar kir ku heta niha 37 kes ji ber teqîna amûrên pêwendiyê mirine û 2 hezar û 931 kes jî birîndar bûne.

Firas Abiad di konferansa rojnamegeriyê de behsa amarên dawî yên teqînên amûrên pêwendiyê yên li Libnanê kir.

Rojên 17-18ê Îlonê amûrên pêwendiya dengî (Bêtel) yên endamên Hizbulaha Libnanê ji ber êrişeke elektronîk teqiyabûn. 

Li gorî gotina Firas Abiad heta niha ji ber wan teqînan 37 kesan canê xwe ji dest daye û 2 hezar û 931 kes jî birîndar bûne.

Firas Abiad amaje bi wê yekê kir ku rewşa birîndarên roja 18ê mehê girantir e.

Li gorî gotina Firas Abiad roja sêşemê ji ber teqînan 12 kes mirine.

“955 birîndar hatine emeliyatkirin”

Firas Abiad behsa rewşa tenduristiyê ya birîndaran jî kir û wiha got:

“Roja sêşemê 2 hezar û 323 birîndar sewqî nexweşxaneyan hatin kirin.

Rewşa 824 kesan baş bû û ew piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê hatin derxistin.

Rewşa tenduristiyê ya hezar û 343 birîndaran jî ne zêde giran bû û rewşa birîna 226 kesan jî giran bû û ew tên dermankirin.

Rewşa hezar û 117 kesan baş e û li odeyên asayî yên nexweşxaneyan in.

955 birîndar hatine emeliyatkirin û pêwîstiya gelek birîndaran bi çend emeliyatên din jî heye.”

“Roja duyem 25 kes mirin”

Firas Abiad di berdewamiya axaftina xwe de behsa birîndarên roja 18ê mehê jî kir û wiha axivî:

“Rewşa birîndarên roja çarşemê girantir bû. Ji ber teqînan 25 kesan canê xwe ji des da û 608 kes jî birîndar bûn.

Birînên 61 kesî giran in û 141 birîndar jî hatine emelîyatkirin.

Di roja yekem de di dema nîv saetê de 2 hezar û 700 birîndar sewqî nexweşxaneyan hatin kirin.

Heger welatekî din bûya belkî nikarîbû ewqas nexweş û birîndaran derman bikira.“

Firas Abiad di berdewamiyê de da zanîn ku 4 karmendên tenduristiyê yên ku ew amûr bi kar dianîn jî ji ber teqînan mirine.

Li gorî zanyariyên Firas Abiad 2 hezar û 800 kesî birîndar bûne.

Nêzîkî 750 kesî li herêma başûrê Libnanê û 150 kesî jî li herêma Bîqayê û hezar 850 kesî jî li Beyrûtê û dorûbera wê birîndar bûne.

“Hinek birîndar sewqî Îran û Sûriyeyê hatine kirin”

Firas Abiad tekez kir ku ji sedî 98ê birîndaran li Libnanê tên dermankirin, hinek birîndar sewqî Sûriye û Îranê hatine kirin.

Rojên 17 û 18ê Îlonê bi hezaran amûrên ragihandinê li Beyrûtê û çend cihên din teqiyan.

Hizbulahê diyar kir ku ew êriş ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin.

Divê were gotin ku Îsraîlê heta niha ne piştrast û ne jî red kiriye ku ew êriş ji aliyê wan ve hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst