Hewlêr (Rûdaw) - Bi alîkariya Herêma Kurdistanê zêdetirî tonek hebên hişbir ên Captagonê hatin girtin ku hewl dihat dayîn wan ji Sûriyeyê bi rêya Tirkiyeyê derbasî Îraqê bikin.
Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ragihand, her du dezgehên nehiştina madeyên hişbir ên Silêmanî û Hewlêrê beşdarî operasyonê bûne û agahiya îstixbarî ji aliyê Erebistana Siûdî ve hatine dayîn.
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê Mîqdad Mîrî hûrgiliyên girtina wan hebên hişbir ên Captagonê parve kirin.
Mîqdad Mîrî diyar kir ku 1100 kîlogram hebên Captagonê hatine girtin.
Li gorî Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê, plan wisa bûye ku wî karwanê madeyên hişbir ji Sûriyeyê bibin Tirkiyeyê û ji wir jî derbasî nav sînorên Îraqê bikin.
Li gorî amarên Birêvebiriya Giştî ya Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir a Îraqê, ji destpêka vê salê heta 1ê Adarê zêdetirî tonek û 750 kîlogram ji hemû cureyên madeyên hişbir hatine girtin û nêzîkî 2 hezar tometbarên bikaranîn û ticareta wan madeyan hatine desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse