Artêşa Îsraîlê: Droneke ji Îraqê êrişî hêzên me yên Golanê kir

18 demjimêr berê
Nîşan Îsraîl Artêşa Îsraîlê Golan Îraq Eniya Berxwedanê Hizbulaha Libnanê Sûriye Îran
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îsraîlê diyar kir ku droneke ji Îraqê êrişî hêzên wan ên li Golanê kiriye û 2 leşkerên wan mirine û 24 leşker jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji ber êrişa droneke Îraqê 2 leşkerên wan canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê Artêşa Îsraîlê êriş doh serê sibehê hatiye kirin.

Hat ragihandin ku li bakurê Îsraîlê di êrişa dronekê de 2 leşker mirin.

Rojnameya Times of Israelê jî ragihand ku drona êriş pêk aniye ji Îraqê rabûye.

Di nûçeyê rojnameyê de hat ragihandin ku 2 jê bi giranî 24 leşker birîndar bûne.

Li aliyê din rêxistina Berxwedana Îslamî ya Îraqê jî di daxuyaniyekê de diyar kir ku wan bi rêya “dronan” êrişî hêzên Îsraîlê kiriye.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê diyar kir ku wan bi rêya dronan di 3 operasyonên cuda de êrişî hêzên Îsraîlê kiriye.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê tekez kir ku dê operasyonên wan ên li dijî hêzên Îsraîlê berdewam bikin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanhayu diyar kir ku her kî êrişî hêzên Îsraîlê bike Îsraîl dê bi tûndî bersivê bide wan û êrişî wan bike. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst