Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê yê Sûriyeyê ragihand ku endamên Hizbulaha Libnanê 3 leşkerên Sûriyeyê revandin û ew kuştine.
Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê li ser zarê Ofîsa Ragihandinê ya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku çekdarên Hizbulahê, 3 leşkerên artêşa Sûriyeyê xistine kemînekê û ew birine Libnanê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku endamên Hizbulahê 3 leşkerên Sûriyeyê yên ku revandibûn kuştine.
Li aliyê din, di daxuyaniya nivîskî ya Hizbulahê de hat ragihandin ku pêwendiya wan bi bûyerên li ser sînorê Sûriye-Libnanê diqewimin re nîne.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Libnanê NNAyê ragihand ku mûşek li bajarokê Qesrê yê li ser sînorê Sûriyeyê ketine.
Di nûçeyê de hat îdiakirin ku mûşek ji herêma Himsê ya Sûriyeyê hatine avêtin lê li ser kuştî û birîndaran heta niha ti agahî nehatin dayîn.
NNAyê ragihand ku di nava rojê de termên 3 kesên ku nasnameya wan nediyar e li bajarê Qesrê hatine dîtin û piştre jî ji aliyê artêşa Libnanê ve radestî rayedarên Sûriyeyê hatine kirin.
Artêşa Sûriyeyê bi top û mûşekên giran Hizbulaha Libnanê bombebaran kir#Lebanon pic.twitter.com/rL6QZfdfRT
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 17, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse