Fermandarê malnişîn: Pence-Kilîd şaş e, Hulusî Akar leşker şandin, em derdê wê dikişînin

24-12-2023
Nîşan Operasyona Pence-Kilîdê Orkun Ozeller Hulusi Akar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serhengê Malnişîn Orkun Ozeller li ser “Operasyona Pence-Kilîdê” got, “Hulusi Akar leşker şandin wê derê niha em derdê vê operasyonê dikişînin.”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Herî dawiyê li Xakurkê di êrişa gerîlayan PKKyê de 12 leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin.

Serhengê Malnişîn Orkun Ozeller piştî kuştina van leşkeren bû mêvanê televîzyonekê û rexne li “Operasyona Pence-Kilîdê” girtin.

“Ez xwe sûcdar dibînim”

Orkun Ozeller destnîşan kir, “Pence Kilîd hem ji aliyê rêbazan ve û hem ji aliyê stratejiyê ve şaş e” û pê de çû:

“Ez li bakurê Îraqê geriyame, ez herî zêde wan herêman nas dikim. Pence Kilîd hem ji aliyê rêbazan ve û hem ji aliyê stratejiyê ve şaş e.

Ez xwe sûcdar dibînim, ji ber ku bi salan e min behsa van nekiriye ez xwe ji aliyê wijdanî ve berpirsiyar dibînim.

“Hulusî Akar ew leşker şandin”

Orkun Ozeller îdia kir ku serokê berê yê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê leşker şandine Başûrê Kurdistanê û got:

"Hulusi Akar, ew yekîne xistin wê herêmê, em niha derdê vê yekê dikişînin. Divê beriya operasyonekê were plankirin bê dê kuştî û birîndar çawa werin veguhastin.

Gelekî çûne kûrahiyên wê herême, em bi hevalên xwe re diaxivin. Ji me re behs dikin.

Belkî nikarin ji fermandarê xwe re bibêjin an jî dema behs dikin fermandarên wan guh nadin wan.”

“Em çima vê dikin?”

Orkun Ozeller anî zimên ku bi salan e leşkerên wan tên kuştin û berdewam kir:

“Ya girîng ev e, em çima vê dikin? Em ji bo parastina sînoran dikin? Ez dikarim bi nîvê yekîneyên li wê derê sînoran biparêzim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst