Serok Barzanî li ser serokatiya parlamentoyê çi difikire?

22-11-2023
Nîşan Serok Barzanî Serokatiya Parlamentoya Îraqê Mihemed Helbûsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî Serok Barzanî, serokatiya Parlamentoya Îraqê mafê Suniyan e.

Berdevka Ofîsa Barzanî Dr. Xalîde Xelîlê, nerîna Serok Barzanî ya li ser serokatiya Parlamentoya Îraqê anî zimên.

Dr. Xalîde Xelîlê da zanîn ku li gorî Serok Barzanî, divê aliyên Sunî yên li parlamentoyê ji bo hilbijartina serokê Parlamentoya Îraqê razîbûna xwe nîşan bidin.

Bi nêrîna Serok Barzanî, kesê ku ji bo serokatiya Parlamentoya Îraqê were destnîşankirin divê yan razîbûna Suniyan wergire yan jî piraniya dengên wan.

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê 14ê vê mehê Serokê Parlamentoya Îraqê Mihemed Helbûsî ji erkê wî dûr xistibû.

Ev yek bûbû sedema gelek nîqaş û bertekan. Herwiha heta niha jî cîgirê Helbûsî nehatiye destnîşankirin.

Çi bûbû?

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê, 14ê Çiriya Paşînê Mihemed Helbûsî ji erkê wî dûr xistibû.

Endamê Parlamentoya Îraqê Leyth El-Dilêmî gilihê Mihemed Helbûsî kiribû.

Li gorî medyaya Îraqî, Mihemed Helbûsî bi tohmeta gendelî û sextekariyê ji erkê xwe hatiye dûrxistin.

“Biryareke pir ecêb e”

Helbûsî piştî biryarê daxuyanî da û got:

“Dadgehê endamtiya min a parlamenteriyê hilweşand.

Biryareke gelekî ecêb e û ti minakên wê nînin. Ez nizanim ji kû hat.

Ez dê ji bo parastina mafên xwe yên destûrî gavên qanûnî biavêjim."

Mihemed Helbûsî ji sala 2018an ve Serokê Parlamentoya Îraqê ye.

Helbûsî herî dawiyê 9ê Kanûna Paşîna 2022yan wekî Serokê Parlamentoya Îraqê hatibû hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst