Helbûsî: Îraq û Îran bi bername zextê li PDK û Herêma Kurdistanê dikin

03-04-2024
RÛDAW
Nîşan Mihemed Helbûsî PDK Herêma Kurdistanê Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Parlamentoya Îraqê ragihand, Îraq zextê li Herêma Kurdistanê û bi taybetî li PDKyê dike.

Serokê berê yê Parlamentoya Îraqê û Serokê Hevpeymaniya Teqedûmê Mihemed Helbûsî ji kanala Someriyê ya Îraqê re axivî.

Helbûsî behsa civîneke Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê kir û got:

“Ez eşkere axivîm. Min got, bes e ewqasî zextê li Kurdan nekin.”

Serokê berê yê Parlamentoya Îraqê û Serokê Hevpeymaniya Teqedûmê Mihemed Helbûsî herwiha anî ziman:

“Zexteke tevlîhev heye, em bi zelalî biaxivin. Em wan dixwazin yan yan na? Nabe ku ew di Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de bi me re bin û beşeke hikûmetê bin û di hemû pirsgirêkan de em wan tohmetbar bikin.”

Mihemed Helbûsî amaje bi wê yekê kir ku Kurd bi kîjan aliyê re li hev bike, aliyekî din ji wan re pirsgirêkan derdixe.

Helbûsî behsa, zexta li ser Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî kir û got:

“Di van demên dawî de Kurd, bi taybetî Partiya Demokrata Kurdistanê bi biryarên li pey hev re rû bi rû ne, biryar li dû biryarê.

Carekê ji Dadgeha Federal, carekê ji hikûmet, carek ji parlamentoyê, carekê ji medyayê, carekê ji xelkê, li pişt wan biryaran û wî karî bernameyek heye ango ne tesadufî û xwebexş e, bername û hesabekî kevn heye.”

“Neheqî li Kurdan û Herêma Kurdistanê tê kirin”

Di beşeke din a hevpeyvîna xwe de Helbûsî da zanîn ku nabe ku Îran Herêma Kurdistanê bombebaran bike û got:

“Nabe ku Komara Îslamî ya Îranê Hewlêrê bombebaran bike û ji Bexdayê jî biryar were dayîn. Ew zextên li ser Herêma Kurdistanê yên darayî, siyasî û yasayî wisa diyar e ku bi bername ye.

Diyar e, hesabên kevn ên vê mijarê hene û pêwendiya êrişên mûşekî û wan zextan bi hev re heye.”

Helbûsî derbarê pirsgirêka budce û mûçeya karmendên Herêma Kurdistanê jî anî ziman:

“Neheqî li Herêma Kurdistanê tê kirin. Niha budce nêzîkî 200 trîlyon dînar e. Em behsa rêjeya mafê Kurdan dikin û dibêjin ji sedî 12 mafê Kurdan e.

Ji sedî 12ê 200 trîlyonî dike çiqas? Bila pirsa yekem em ji xwe bikin. Gelo 25 trîlyon û 200 milyar dînar werdigirin? Bersiv nexêr e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst