Erdogan: Dibe ku bi Putîn re em Esed vexwînin

05-07-2024
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Beşar Esad Vladimir Putin Şam Enqere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihand ku eger Serokê Rûsyayê serdana Tirkiyeyê bike dibe ku ev yek bibe destepêka proseyeke nû û ew Beşer Esed vexwînin.

Recep Tayyîp Erdogan 3yê mehê ji bo Lûtkeya Rêxistina Hevkariyê ya Welatên Şanghayê çûbû Qazaxistanê.

Erdogan îro di rêya vegerê de li nava balafirê li ser rojeva cihanê û Tirkiyeyê ji rojnamegeren re axivî.

"Em dixwazin Sûriye aram be"

Erdogan li ser mijara asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê wiha axivî:

“Me berdewam destê dostayetiyê dirêjî cîrana xwe Sûriyeyê kiriye û em dê berdewam bin.

Em dê hertim bi Sûriyeyeke dadmend, bi rûmet, giştgîr, aram û Sûriyeyeke wiha bin ku di çarçoveya peymana civakî de hev hembêz dike û bi hev re ye.”

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de li ser hevdîtina bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esed jî re wiha got:

“Dibe ku bi birêz Putin re vexwendineke me ji bo Esed hebe. Eger birêz Putin serdanekê ji bo Tirkiyeyê pêk bîne, dê ev yek bibe destpêka pêvajoyeke nû.

Qada Sûriyeyê bi dehan salên borî ji bo her kesî bi eşkere nîşan da ku divê mekanîzmaya çareseriyê bê avakirin. 

Jinûverabûna ser pêyan a Sûriyeyê ku bînasaziya wê nehşiştiye û gelê wê belav bûye û bidawîbûna neramiyan karekî zerûrî ye.”

Recep Tayyîp Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de eşkere kir ku YPG û PYD bûne sedem ku neramî li Sûriyeyê pêk were û ji bo bayê aştiyê vegere Sûriyeyê dê xebatên wan berdewam bikin.

Demek e Beşar Esed û Recep Tayyîp Erdogan li ser asayîkirina pêwendiyan peyaman didin.

Li aliyê din Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî eşkere dike ku asayîkirina pêwendiyan bi Tirkiyeyê re "komployeke mezin e" li dijî xelkê Sûriyeyê. 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst