Agirê şer gur dibe: Fermandarekî Hizbulahê hat kuştin

04-07-2024
Nîşan Fermandar Kuştin Îsraîl Hizbulaha Libnanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hizbulaha Libnanê ragihand ku di êrişeke Îsraîlê de fermandarekî wan hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, navê wî fermandarî Mihemed Naim Nasir e û ew li başûrê Libnanê hatiye kuştin.

Li gorî medyaya Libnanê, Îsraîlê otomobîle bombebaran kiriye û Mihemed Naim Nasir di vê otomobîlê de hatiye kuştin.

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve (7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan) 3 fermandarên Hizbulahê hatine kuştin.

Meha borî fermandarê Hizbulahê yê bi navê Talib Evdila hatibû kuştin û Hizbulahê piştî vê yekê êrişên xwe yên ku hêzên Îsraîlê dikin hedef zêde kiribûn.

Îsraîlê Kanûna Paşîn a îsal jî fermandarê Hizbulahê yê bi navê Wîsam Tewîl kuştibû.

Rojeva germ: Şerê Îsraîl û Libnanê

Demên dawiyê yek ji rojevên germ “şerê Îsraîl û Libnanê” ye.

Ji bo rê li ber vî şerî were girtin hewlên navneteweyî zêde bûne lê êrişên her du aliyan tirsa destpêkirina şer xurttir dikin.   

Nûnerên Îranê yên li Neteweyên Yekbûyî 29ê Hezîranê hişyarî da Îsarîlê ku êrişî Libnanê neke û heke êriş bike dê rastî parastina Îranê were.

Artêşa Îsraîlê destpêka meha borî plana êrişkirina Libnanê pesend kir û Rêberê Hizbulaha Libnanê Hesen Nesrulah jî gef li Îsraîlê xwarin.

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve herî kêm 100 hezar Libnanî ji cih û warê xwe bûne, 485 kes hatine kuştin ku 94ên wan sivîl bûne.

Di êrişên Hizbulahê yên li bakurê Îsraîlê jî 26 kes hatine kuştin ku 11ên wan sivîl bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst