Serok Barzanî û balyozên 8 welatan li hev civiyan

04-07-2024
Nîşan Serok Barzanî Bexda Civîn Balyoz
A+ A-

Hewlêr (Hewlêr) - Serok Barzanî li Bexdayê bi balyozên 8 welatên Eraban re civiya.

Serok Mesûd Barzanî piştî 6 salan çû Bexdaya paytexta Îraqê.

Ofîsa Barzanî ragihand ku Serok Mesûd Barzanî di çarçoveya temasên xwe yên li Bexdayê de bi balyozên van welatan re civiya:

- Balyozê Kuwêtê yê Îraqê Tariq Abdulla Elferec

- Balyozê Qeterê yê Îraqê Sultan Mubarek Elkubeysî

- Balyozê Misirê yê Îraqê  Ehmed Semîr Hilmî

- Balyozê Behreynê yê Îraqê Xalid Ehmed Elmensur

- Balyozê Umanê yê Îraqê Şêx Mehmûd Elxirusî

- Wekîlê Balyozê Urdinê yê Îraqê Zêd Ebu Hisan

- Wekîlê Balyozê Erbistana Siûdiyê yê Îraqê Seîd Elqehtanî

- Wekîlê Balyozê Îmaratê yê Îraqê Mihemed Salih Eltinîcî

Li gorî daxuyaniyê, Serok Barzanî diyar kiriye ku li Îraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan atmosfereke erênî heye û ew dikarin li ser bingeha wê rewşa nû bigihîn encamên baş ên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û nehiştina astengiyan.

Serok Barzanî diyar kiriye ku dê dîtina çareseriyeke bingehîn bandorê li ser aramiya Îraq û herêmê bike.

Serok Barzanî bal kişand ser hebûna hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê jî û ragihand ku divê hebûna wan di çarçoveya peyman û lihevhatineke niştimanî û liberçavgirtina berjewendiyên Îraqê de be.

Balyozan jî hêvî kiriye ku ziyareta Serok Barzanî bibe cihê xêr û aramiyê.

Balyozan herwiha aniye zimên ku welatên wan ji bo bihêzbûna ewlehî û aramiya Îraqê û çareserbûna problemên siyasî yên Îraqê piştgirên Îraqê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst