Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand, bi 3 dronan êrîşî dronan binkeya leşkerî ya Tenefê hatiye kirin û di encam de birîndar hene.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ragihand, îro danê sibê sê firokeyên bê firokevan êrişî baregeha leşkerî ya Tenefê kirin, 2 ji wan dronan hatin xistin û ya din jî li baregehê ket.
Di daxuyaniyê de tê gotin, di encama êrîşê de 2 endamên Artêşa Azad a Sûriyê birîndar bûne
Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê dibêje, Êrîşên wiha nayên qebûlkirin û tekez dike, Êrîşên bi vî rengî ji bo leşker û hevkarên me metirsî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse