Colanî: Me şer navê, divê Îsraîl vegere

Duh li 10:21
Nîşan Ebû Mihemed Colanî Îsraîl Sûriye Şer û Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ebû Mihemed Colanî got, “Em bi Îsraîl û ti aliyên din re şer û pevçûnan naxwazin. Divê êriş biqedin û Îsraîl vegere cihên xwe yên berê."

Piştî ku li Sûriyeyê destilata Esed nema û Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) hat ser hukim Îsraîlê êrişî gelek baregehên artêşa Sûriyeyê kir û beşeke axa Sûriyeyê jî kontrol kir.

“Divê êriş biqedin û Îsraîl vegere cihên xwe yên berê”

Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ebû Mihemed Colanî (Ehmed Şer) di hevpeyvîneke xwe ya bi Timesê re xwest ku Îsraîl vegere cihên xwe yên berê.

Colanî diyar kir ku ew şer naxwazin û anî zimên:

“Em bi Îsraîl û ti aliyên din re şer û pevçûnan naxwazin.

Em dê destûrê nedin ku Sûriye ji bo êrişên li hemberî Îsraîlê were bikaranîn.

Pêdiviya gelê Sûriyeyê bi bêhnvedanê heye. Divê êriş biqedin û Îsraîl vegere cihên xwe yên berê.”

Ebû Mihemed Colanî amaje pê kir ku Îsraîlê ji ber “hebûna Îran û Hizbulahê” êriş dikir û got:

“Sedem hebûna Hizbulah û Îranê bû, êdî ev sedem nemaye.

Em pêbendî peymana 1974an in û em amade ne ku Neteweyên Yekbûyî vegerînin.”

Ebû Mihemed Colanî di hevpeyvîna xwe de xwest ku siza û dorpêçên li ser Sûriyeyê jî bên rakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst