Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlê Koma Partiya Paşerojê û Partiya Saadetê Bulent Kaya ragihand ku divê Tirkiye piştevaniyê li garantîkirina mafên Kurdên Sûriyeyê bike.
Doh di Komcivîna Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de budceya Serokkomariya Tirkiyeyê ya 2025an hat gotûbêjkirin.
Serokwekîlê Koma Partiya Paşeroj û Partiya Saadetê Bulent Kaya di civînê de li ser rûdanên dawî yên li Sûriyeyê û derbarê rewşa Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê axivî.
Bulent Kaya ragihand ku Kurdên li Sûriyeyê beşek in ji wî welatî û got ku divê Tirkiye di garantîkirin û parastina mafên destûrî yên wan de piştevaniyê bike.
"Kurdên li Sûriyeyê jî beşek in ji wî welatî"
Kaya amaje bi wê yekê kir ku ew hemû li ser wê yekê yekdeng ku Kurdên li Sûriyeyê derbarê fikarên Tirkiyeyê baldar bin û got:
"Kurdên li Sûriyeyê jî beşek in ji wî welatî. Em di wê baweriyê de ne ku dema Sûriyeya nû tê avakirin divê polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê wekî gelên din ji garantîkirina mafên destûrî yên Kurdan re piştevan be.
Pêwendiya Tirkiyeyê ya bi Kurdên li Sûriyeyê re ne tenê pêwendiya bi Kurdên li wê derê ye.
Ew pêwendî di heman demê de tê wateya têkiliyên li gel zêdeyî 25 milyon Kurdên li Tirkiye, Kurdên li Îran, Îraq û Ewropayê.”
Parlamenterê Partiya Saadetê Bulent Kaya: Divê Tirkiye piştgiriyê bide parastina mafên Kurdên li Sûriyeyê#Rojava pic.twitter.com/R1Sfb9d4lp
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 18, 2024
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse