STENBOL - Sûriyeyî xwe amade dikin: ‘Kî naxwaze vegere welatê xwe?’

12-12-2024
Omer Sonmez
Penaberên Sûriyeyî/Wêne: Rûdaw
Penaberên Sûriyeyî/Wêne: Rûdaw
Nîşan Sûriye Rojavayê Kurdistanê Penaber Veger
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Welatiyên Sûriyeyê piştî rûxîna rejîma Beşar Esed amadehiya vegera welatên xwe dikin.

Li gorî amarên fermî li Tirkiyeyê hejmara penaberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê derdora 3 milyonî ye.

Piştî ku rejîma Beşar Esed rûxiya û Şama paytexta Sûriyeyê ket bin kontrola komên çekdar ên mixalefetê, piraniya penaberan dixwazin vegerin welatê xwe lê ew dixwazin li Sûriyeyê pêşiya xwe bibînin û li gorî wê tevbigerin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê jî amadehî dike ku bi sîstema randevuyê penaberên Sûriyeyî vegerin welatê xwe.

Piraniya penaberên Sûriyeyî dixwazin şert û mercên li Sûriyeyê guncav bibin û ew di nava ewlehiyê de vegerin welatê xwe.

Piştî 8ê mehê, li Stenbolê li taxên penaberên Sûriyeyî, hejmarek alafiroşên Tirk, alaya nû ya Sûriyeyê difiroşin.

Hin esnaf û dikandarên Sûriyeyî jî alaya nû ya Sûriyeyê bi dikan û kargehên xwe ve dikin.

Li navçeya Fatîhê ya Stenbolê Sûka Maltayê ji ber ku piraniya esnaf û dikandar ji penaberên Sûriyeyî pêk tê xelk vê sûkê wekî “Sûka Sûriyeyiyan” jî bi nav dike.

Muhened El Afyoniyê 35 salî, penaberekî ji Şamê ye û 5 sal in li Stenbolê dijî.

Ew li dikaneke xwe qehwe û şîriniyê dixebite.

Muhened ji ber ku beşdarî protestoyên li dijî rejîma Esed bûye, sala 2012an hatiye girtin û salekê di zîndanê de maye û li rastî şkenceyan hatiye.

Ew piştî rûxîna rejîma Esed bi hêvî ye ku vegere welatê xwe.

“Ez neçar mam”

Penaberê Sûriyeyî Muhened El Afyonî got:

“Ez bi komên din ên penaberan re ji welatê xwe veqetiyam.

Ez neçar mam ku dev ji welatê xwe berdim.

Ez sala 2012an, ji aliyê rejîma Esed ve li zîndana mixaberatê ya El Cewiyeyê hatim girtin.

Ez bi hêvî me ku wê rewşa Sûriyeyê baş bibe.”

Li gorî Îdareya Koçberan a Tirkiyeyê, meha Çiriya Paşîn li Tirkiyeyê hejmara penaberên Sûriyeyî 2 milyon û 936 hezar e.

Ev rêje di nava 7 salên dawî de rêjeya herî kêm a penaberan e.

Li gorî Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji sala 2016an ve 737 hezarî zêdetir penaber bi xwebexşî vegeriyane Sûriyeyê.

Piştî ku Sûriye ket bin kontrola hêzên çekdar, piraniya penaberan daxwaza vegera welatê xwe bikin jî dixwazin pêşiya xwe bibîbin û li gorî wê tevbigerin.

“Alayên mezin bi 200 lîreyî ne”

Penaberê Sûriyeyî Mihemed anî ziman:

“Ev 12 sal in ez li vir dijîm.

Dema li welatê me her tişt baş bû ez dixwazim vegerim helbet.

Kî naxwaze vegere welatê xwe?

Lê niha ji ber şert zor in ez nikarim vegerim. Înşallah ez dê rojekê vegerim.”

Piştî 8ê mehê ku rejîma Esed hilweşiya, li herêm û taxên ku penaberên Sûriyeyî lê dijîn yek ji tişta herî balkêş ew e ku alafiroşên Tirk, alaya nû ya Sûriyeyê digerînin û difiroşin.

Hin esnaf û dikandarên Sûriyeyî alaya nû ya Sûriyeyê bi dikan û kargehên xwe ve dikin.

Alafiroş Ufuk da zanîn:

“Roja 8ê mehê gelek ala hatine firotin.

Heger meş û pîrozbahî çêbibin wê careke din zêde bên firotin.

Niha ala û stûmalên biçûk bi 100 lîreyî ne. Alayên mezin jî bi 200 lîreyî ne.”

Piştî rûxîna rejîma Esed dê paşeroja Sûriyeyê çawa bibe hîn ne diyar e.

Her çi qas beşekî penaberên Sûriyeyî vedigerin welatê xwe jî, beşekî mezin ji ber nediyariya siberoja Sûriyeyê bi fikar û endîşe ne loma niha naxwazin vegerin.

Piraniya penaberên Sûriyeyî dixwazin şert û mercên li Sûriyeyê guncav bibin û ew di nava ewlehiyê de vegerin welatê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst