Hevdîtinên Astanayê yên 20emîn li Kazaxistanê dest pê kirin

20-06-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Rûsya Sûriye Îran Astana
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarên wezîrên derva yên Tirkiye, Rûsya û Îranê îro bi saeta Kurdistanê di saet 07.00î de cara 20emîn li paytextê Kazaxistanê bajarê Astanayê derbarê krîza Sûriyeyê de civiyan.

Şanda Tirkiyê hevdîtina xwe ya ewil bi şanda Îranê re kir. Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Burak Akçapar li ser navê wî welatî beşdarî civînê bû.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov û Şêwirmendê Karûbarên Siyasî yê Wezareta Derve ya Îranê Elî Esxer Xacî jî li ser navê welatên xwe beşdarî civînê bûn.

Cîgirê Wezîrê Dervê yê Sûriyeyê Eymen Susan û ji opozisyona wî welatî jî Ehmed Tumay di civîna Astanayê de beşdar in.

Ji bilî wan, Nûnerê Taybet yê Netewên Yekbûyî yê bo Karûbarên Sûriyeyê Geir Pedersen û şandên ji Urdun, Iraq û Lubnanê jî ji bo çavdêriyê di civînê de amade ne.

Civîn dê du rojan berdewam bikin, û dê geşedan û guherînên li Sûriyê û derdora wê di civînan de bên gotûbêjkirin.

Mijarên wek rewşa heyî ya li Sûriyê, gihandina alîkariyên mirovî, veguherîna girtiyan, berdana mehkûman, têkoşîna dijî terorê, lêgerîna kesên winda, vegera Sûriyan bo welatê xwe û gelek mijarên din dê bên gotûbêjkirin.

Îro ji bo ku têkiliyên di navbera Tirkiye û Sûriyê de normal bibin civînên çaralî dê bên kirin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov beriya civînê daxuyanî da û got, vê carê mijara herî girîng têkiliyên di navbera Tirkiye û Sûriyê de ye.

Bogdanov got, şandên Rûsya, Îran, Tirkiye û Sûriyê dê bên ba hev û wiha axivî: "Di nav 12 salan de gelek mijar kom bûn. Di 10ê Gulanê de wezîrên derve li Moskowê hatin ba hev. Niha em ji bo nexşerêya vê pêvajoyê dixebitin."

Danûstandinên Astanayê yên taybet bi krîza Sûriyê di meha Çileya 2017an de bi garantiya Rûsya, Tirkiye û Îranê û beşdariya Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê yê wê demê Staffan De Mistura li Astana ya paytexta Kazaxistanê di navbera şandên rêjîm û opozîsyona Sûriyê de destpê kiribû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst