Kurdek li Xezeyê: Piraniya malbata wî hatiye kuştin

31-10-2023
Zarokek li Xezeyê / Wêne: AFP-Arşîv (Wêne temsîlî ye)
Zarokek li Xezeyê / Wêne: AFP-Arşîv (Wêne temsîlî ye)
Nîşan Xeze Îsraîl Malbata Kurd Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de piraniya malbata Mihemedê Kurdî hatiye kuştin.

Şer û pevçûnên Hemas û Îsraîlê gurtir dibin.

Hêzên Îsraîlê ji erd, esman û deryayê ve êrişî Xezeyê dikin.

Hemas dibêje ku dê li ber xwe bidin û “Dê heta nefesa xwe ya dawî şêr bikin.”

Gelek alî ji bo agirbestekê bang dikin lê di rewşa heyî de egera agirbestê egereke dûr e.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû li ser helwesta xwe ya di vê mijarê de got:

"Ez dixwazim helwesta Îsraîlê ya derbarê agirbestê de zelal bikim.

Her wekî ku çawa Amerîka piştî bombebarankirina Pearl Harborê bi agirbestê razî nebû yan piştî êrişên 11ê Îlonê razî nebû, Îsraîl jî piştî êrîşa 7ê Çiriya Pêşînê bi agirbestê razî nabe.”

“Dem dema cengê ye”

Binyamin Netanyahû di axaftina xwe de peyamên dijwar dan:

“Dem dema cengê ye, cenga ji bo paşeroja me ya hevpar. Îro em hêzên hov û hêzên medenî ji hev cuda dikin.

Dema wê hatiye ku em aliyê xwe diyar bikin. Îsraîl dê bi hêzên hov re têbikoşe heta ku bi ser bikeve.

Xwesteka agirbestê, ew xwestek e ku Îsraîl xwe radestî Hemasê bike, xwe radestî terorê bike, xwe radestî hovîtiyê bike. Ev yek rû nade.”

Berpirsekî payebilind ê Hemasê amaje pê kir ku tiştê Îsraîl derbarê pêşveçûnê de behs dike tenê propagande ye û “Îsraîl di êrişa xwe de şikestiye.”

“Hewlên wan bi ser neketine”

Berpirsê Payebilind ê Hemasê Xazî Hemed got, "Hemû hewlên Îsraîla dagîrker ên ji bo dagirkirina Xezeyê yan çûna nav Xezayê bi ser neketine."

Guman tê kirin ku piraniya çekdarên Hemasê di bin erdê de tevgerê dikin lê tiştê diyar zerera êrişan a li xelkê sivîl e.

Sivîl qurnabiyê herî mezin û zerermendên li pêş ên vî şerî ne.

Di nava sivîlên qurbaniyên vî şerî de Kurd jî hene.

Mihemed Kurd e û şêniyê Xezeyê ye, nizane wê ji bo kîjan hezkiriyên xwe bigirî ku ew di êrişeke Îsraîlê de ji dest dane.

Xelkê derdorê ji ber felaketa ku hatiye serê Mihemedê Kurdî şok bûye.

“Gelo sûcê wan çi bû?”

Mihemed Kurdî bi qasî ku zimanê wî geriya wiha behsa rewşa xwe kir:

"Em piştî nimêjê deh kêliyan razan, bombebaranê dest pê kir, dayik û xwişk û xaltîka min û keça wê û zaroka wê ya biçûk ku çar salî û heft salî bûn, hemû şehîd ketin, gelo sûcê wan çi bû?”

Piştî ku artêşa Îsraîlê berê xwe da nav Xezeyê, tirsa derbarê qurbaniyên zêde de mezintir dibe.

Bîlançoya şer

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, heta niha ji ber bombebarana Îsraîlê ya li Xezeyê 8 hezar û 306 Filistînî hatine kuştin.

Di êrişên Hemasê û grûpên din ên Filistînî de, leşker jî nav de hezar û 405 Îsraîlî hatine kuştin û 431 Îsraîlî jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst