Îsraîl: Hizbulah êriş bike dê banên Beyrûtê bi ser hevdû de bên xwarê

29-03-2025
RÛDAW
Nîşan Hizbulaha Libnanê Libnan Israel Katz Emmanuel Macron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîl êrişên xwe yên li ser Libnanê zêde kirin û herî dawî başûrê Beyrûtê ji aliyê hêzên asmanî yên Îsraîlê ve hat bombebarankirin.

Hesen Elyanê Alîgirê Hizbulahê got, "Ev binpêkirineke bêşermane ye dijî serweriya Libnanê."

Berpirsên Îsraîlî jî Hizbulaha Libnanê tehdîd kir û eşkere kir ku eger Hizbulah êrişî wan bike dê banên Beyrûtê bi ser hevdû de hilweşînin.  

Piştî destpêkirina agirbesta di navbera Hizbulah û Hikûmeta Îsraîlê de cara yekem Îsraîlê bi tundî başûrê Beyrûtê bi tundî bombebaran kir.

27ê Çiriya Paşîn a 2024an di navbera Îsraîl û Hizbulahê de agirbest pêk hatibû.

Îsraîlê diyar kir ku ev bombebaran bersivek bû ji bo êrişeke ku ji Libnanê hatiye kirin.

“Ev êrişeke bêşermane ye”

Alîgirê Hizbulahê Hesen Elyan behsa bomberana Îsraîlê kir û got:

"Ev binpêkirineke bêşermane û eşkere ye dijî serweriya Libnanê.

Îsraîla dijmin dixwaze armanca siyasî ya asayîkirina peywendiyan û neçarkirina dewleta Libnanê bi bêçekkirina berxwedanê bi dest bixe."

Divê were gotin ku piştî agirbesta 27ê Çiriya Paşîn a 2024an ev yekem êrişa Îsraîlê bû li ser Libnanê.

Îsraîlê eşkere kir ku  bombebaran bersiva êrişeke Hizbulaha Libnanê bû.

Li gorî gotina Îsraîlê roja înê Hizbulahê 2 mûşek avêtin nav axa wê.

Di dema van alozîyan de Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li Parîsa paytext hevtayê xwe yê Libnanî Joseph Aoun pêşwazî dikir.

Emmanuel Macron amaje bi agirbestê her du aliyan kir û got:

"Êrişa asmanî ya îro û binpêkirina agirbestê, karên takekesî û nepakî ye di sozan de û hincetan dide  Hizbulahê.

Pêwîst e agirbest berdewam bike. Divê her du alî pabendî sozên xwe bin û metirsî li ser wê pêşveçûnê  çênekin ku heta niha hatiye bidestxistin."

Serokê Libnanê jî ragihand ku artêşa welatê wî lêkolîn kiriye û derketiye holê ku Hizbulahê êrişî Îsraîlê nekiriye.

Li aliyê din, Hizbulahê jî diyar kir ku wê êrişî Îsraîlê nekiriye.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz jî heman rojê diyar kir ku ji bo Orşelîmê bersiv nede divê herêmên Cihûyan ên li  bakurê welêt di aramiyê de bin.

“Çarenivîsa Kiryat Şemûne û Beyrûtê yek e”

Israel Katz behsa şert û mercên êrişnekirina Îsraîlê kir û got:

"Çarenivîsa Kiryat Şemûne û Beyrûtê yek e. Eger Kiryat Şemûne û gundên Celîleyê ne aram bin, Beyrût jî aram nabe.

Ji bo zerer gihandina gundên Celîleyê hewl bê dayîn, dê banê xaniyên başûrê Beyrûtê bi ser hevdû de hildiweşin."

Li gorî Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê, ji ber bombebarana Beyrûtê ziyanên canî nebûne lê roja Înê, 3 kes li bajarokê Kefer Tebenîtê li başûrê welat di  encama êrişeke asmanî ya Îsraîlê de hatin kuştin û 18 kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst