Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Hikûmeta Îsraîlê ji bo agirbest û pevguhertina dîlan li Xezeyê lihevkirin qebûl kir, hûrgiliyên planê û gavên ku dê bên avêtin derketin holê.
Dezgehên Îsraîlî hûrgiliyên lihevkirinê û gavên ku dê piştî destpêkirina agirbestê bên avêtin eşkere kirin.
Li gorî plana agirbestê, biryar hatiye dayîn ku agirbest 19ê Kanûna Paşîn saet 08:30an dest pê bike.
Bi destpêkirina agirbestê re Îsraîl dê balafirên xwe yên li ser Xezeyê rawestîne û çalakiyên çavdêriyê bisekinîne.
Di qonaxa yekem a lihevkirinê ya 42 rojan de, Hêzên Hewayî yên Îsraîlê di rojên ku dîl tên berdan de 12 saetan û rojên din jî 10 saetan çalakiyên xwe yên li ser Xezeyê dê rawestînin.
Li gorî biryara Encûmena Wezîran a Îsraîlê ku hûrgiliyên lihevkirinê jî tê de ne, tê payîn ku roja ewil a destpêkirina lihevkirinê pevguhertina dîlan piştî saet 16:00an pêk were.
Li gorî nûçeya Times of Israelê, 3 dîlên ku dê bên berdan radestî Xaça Sor werin kirin û piştre dê li Îsraîlê ji aliyê tîmên tenduristiyê yên leşkerî ve bên pêşwazîkirin.
Hat ragihandin ku Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê 6 nexweşxane ji bo pêşwazîkirina dîlên Îsraîlî amade kirine.
Piştî ku dîlên Îsraîlî bên radestkirin, dê nêzîkî 90 dîlên Filistînî ji girtîgehên Îsraîlê bên berdan.
Hat diyarkirin ku dezgehên ewlehiyê yên Îsraîlê xwe amade dikin ku rê li ber pîrozbahiyên Filistîniyan bigirin dema ku dîl tên berdan.
Artêş û polîsên Îsraîlê, piştî pevguhertina dîlan a Çiriya Paşîn a 2023yan êrişî malên dîlên Filistînî yên li Rojhilatê Qudsê û Îsraîlê kiribû û bi zorê kesên ku li benda wan sekinîbûn belav kiribûn.
Li gorî biryara kabîneya Hikûmeta Îsraîlê, di çarçoveya peymana bi Hemasê re, li hemberî 33 dîlên Îsraîlî dê zêdetirî hezar û 900 Filistînî ku 1167 ji wan piştî 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan li Xezeyê hatine girtin, werin berdan.
Di peymanê de şerta dersînorkirina hinek dîlên Filistînî heye
Li aliyê din, Îsraîl dê hemû jin û zarokên di bin 19 salî de ku ji 7ê Çiriya Pêşîn û vir ve girtî ne jî berde.
Îsraîl dê li hemberî her dîlekî Îsraîlî 30 dîlên Filistînî û li hemberî her leşker an endamê hêzên ewlehiyê 50 Filistînî berde.
Tê plankirin ku di roja yekem a peymanê de 3, di roja 7an de 4 û piştî wê her hefte 3 dîlên Îsraîlî û di hefteya dawî de jî 14 dîlên Îsraîlî werin berdan.
Di roja 16an a qonaxa yekem a agirbestê de, dê ji bo qonaxa duyem danûstandin dest pê bikin.
Daxuyaniyên ku ji rayedarên payebilind ên Îsraîlê, bi taybetî Serokwezîr Benjamin Netanyahu tên, metirsiya ku piştî qonaxa yekem a 42 rojan dê Îsraîl êrişên xwe yên li ser Xezeyê bidomîne, derdixe holê.
Navên 735 Filistîniyên ku dê werin berdan hat ragihandin
Wezareta Dadê ya Îsraîlê navên 735 dîlên Filistînî ku dê di çarçoveya peymanê de werin berdan, ragihand.
Di nav Filistîniyên ku dê werin berdan de serkirdeyên girîng ên Hemasê yên wekî Zekerya Zubeydî yê yek ji rêberên “Eniya Parastina Şehîdên Eqsayê” û parlamentera berê Xalide Cerara ji birêvebirên Eniya Rizgariya Gelê Filistînê û dîlên ku berê cezayê girtina heta hetayî xwaribûn jî hene.
Wezaretê navê 95 dîlên Filistînî ku dê ji girtîgehên Îsraîlê di çarçoveya peymanê de werin berdan jî ragihandibû.
Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Agahiyên Dîlan a li Xezeyê de hat gotin ku Hemas dê navê dîlên ku werin berdan rojekê berî her guhertina dîlan ragihîne.
Îsraîl dê 22ê Kanûna Paşîn ji Netzarîmê vekişe
Li gorî peymanê artêşa Îsraîlê dê 22ê Kanûn Paşîn xalên kontrolê yên li Netzarîmê ya di navbera bakur û başûrê Xezeyê de rake û vekişe.
Di roja 7an a peymanê de, piştî berdana 7 dîlên Îsraîlî artêş dê dest bi vekişîna ji Xezeyê bike û şêniyên bakurê Xezeyê dê karibin vegerin malên xwe.
Vekişîna temamî ya Îsraîlê ji Korîdora Philadelphiyê dê 50 rojan piştî peymanê, di qonaxa duyem de pêk were.
Gihîştina alîkariyên mirovî
Li gorî peymanê, rojane 600 kamyonên alîkariyên mirovî, di nav de 50 kamyonên sotemeniyê ku dê bigihêjin bakurê Xezeyê jî hene, dê bikevin Xezeyê.
Di nûçeya rojnameya Haaretzê de hat gotin ku tevî destûra vegera xelkê ya bakurê Xezeyê, ji ber ku hema hema hemû xaniyên herêmê hatine hilweşandin, saziyên alîkariya navneteweyî dê ji bo avakirina bajarokên konan li herêmê bixebitin.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku rê, dibistan, nexweşxane û binesaziya av, kanalîzasyon û elektrîkê dê werin tamîrkirin û ji bo vê yekê dê destûr were dayîn ku şirketên Misirî bikevin herêmê.
Hikûmetê peyman qebûl kiribû
Hikûmeta Îsraîlê piştî civîna kabîneyê ya ku nêzîkî 8 saetan berdewam kir peyman qebûl kiribû.
Wezareta Karên Derve ya Qeterê ragihandibû ku agirbest dê roja 19ê Kanûna Paşîn saet 08:30an (bikeve meriyetê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse