Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser peymana ku di navbera Mezlûm Ebdî û Ehemd Şer de hatiye îmzekirin got, “Ev peyman ji bo paşeroj û qonaxeke durist a derbasbûnê nexşerêyeke guncaw e.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer şeva borî peymanek îmze kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê wê peymanê daxuyaniyek da.
Nêçîrvan Barzanî ji bo îmzekirina peymanê Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer xelkê Sûriyeyê pîroz kir û diyar kir ku ew peyman ji bo paşeroja Sûriyeyê nexşerêyeke guncaw e.
Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
“Em ji bo lihevkirina di navbera birêz Serokê Sûriyeyê û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de pîrozbahiyê li birayên xwe yên li Sûriyeyê dikin ku nexşerêyeke guncaw ji bo paşerojê û qonaxeke rast a derbasbûnê pêk tînin.
Pêşwaziya Sûriyan ji vê rêkeftinê wekî hemû gelên herêmê rengvedana xwestina wan a ji bo aramî û çareseriya aştiyane ya dûr ji tundiyê ye.
Di wê demê de ku em vê peymanê pêşwazî dikin, em piştgiriya temam a Herêma Kurdistanê ji bo aramiya Sûriyeyê dubare dikin.
Her wiha em li ser pêwîstiya parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê û beşdariya wan a aktîf di avakirina Sûriyayeke azad û pêşketî de tekez dikin.”
Xalên peymana Ebdî û Şer ev in:
1- Garantîkirina mafê hemû Sûriyeyiyan di nûnertî û beşdariyê di pêvajoya siyasî de û di hemû saziyên dewletê de li gorî pisportiyê bêyî ku girêdana wan a olî û etnîkî di ber çavan re were derbaskirin.
2- Civaka Kurdan di dewleta Sûriyeyê de civakeke resen e û dewleta Sûriyeyê mafê wan ê hevwelatîbûn û hemû mafên wan ên destûrî misoger dike.
3- Agirbesta li seranserê axa Sûriyeyê.
4- Tevlîkirina hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya birêveberiya dewleta Sûriyeyê de, di nav de deriyên sînorî, firokexane, zeviyên petrol û gazê.
5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyî ku biçin gund û bajarên xwe û parastina wan ji aliyê dewletê ve.
6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di rûbirûbûna bermayiyên Esed û hemû wan gefên ku ewlehî û yekparçeyiya axa wê tehdît dikin.
7- Redkirina daxwazên parçekirin û helwestên kîndarî û hewldanên derxistina tevliheviyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.
8- Komîteyên birêvebirinê dê kar ikin û hewl didin ku peyman were bicihkirin bi rengekî ku heta dawiya vê salê derbas neke.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse