Hizbulahê bangî desthilata nû ya Sûriyeyê kir: ‘Îsraîlê wekî dijmin bibîne’

15-12-2024
RÛDAW
Nîşan Hizbulaha Libnanê Sûriye Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê diyar kir ku divê desthilata nû ya Sûriyeyê Îsraîlê wekî dijmin bibîne.

Heyeta Tehrîr El Şamê 8ê Kanûna Pêşîn piştî operasyoneke mezin a ku bajarên Heleb û Îdlibê kontrol kirin Şama paytexta Sûriyeyê jî girt û dawî li rejîma Beşar Esed hat.

Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Neîm Qasim ragihand:

“Em hêvîdar in ku partiya niha ya desthilatdar (li Sûriyeyê) Îsraîlê wekî dijminekî bibîne û pêwendiyên xwe bi wî welatî re normal neke.”

Ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyeyê ya sala 2011ê ve, Hizbulah piştgirê sereke yê rejîma Beşar Esed bû.

Tevgerê îsal ji ber şerê xwe yê bi Îsraîlê re nikarî alîkariya Beşar Esed bike.

Rûsya û Îran du welatên din bûn ku piştgiriya Esed dikirin lê Rûsya mijûlî şerê Ukraynayê bû û Îran jî bi alîkariya Hizbulah û Hemasê mijûl bû.

Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Neîm Qasim li ser agirbesta bi Îsraîlê re jî anî ziman:

“Agirbest nayê wateya danîna çekan. Eniya Berxwedanê xwe li gorî rewşê adapte dike.”

Şerê di navbera Hizbulah û Îsraîlê de 8ê Çiriya Pêşîn a 2023yan dest pê kir.

Dawiya meha borî jî di navbera her du aliyan de agirbest hat ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst