Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Nûnertiya MSDyê yê Washingtonê Besam Îshaq ragihand ku Amerîkayê di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şere de navbeynkarî kiriye.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer şeva borî peymaneke ku ji 8 xalan pêk tê îmze kir.
Hevserokê Nûnertiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Washingtonê Besam Îshaq beşdarî bûltena Rûdawê bû û peymana di di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer de nirxand.
“Komîteyek dê bê avakirin”
Besam Îshaq diyar kir ku serkeftina wê peymanê di berjewendiya her du aliyan de ye û got:
"Li gorî vê peymanê dê komîteyek bê avakirin û li ser pêkhateya dewleta Sûriyeyê û rola Kurd, Elewî, Xiristiyan û pêkhateyên din dê guftûgo bên kirin.
Paşê peyman dê gav bi gav were bicihkirin.”
Besam Îshaq tekezî li ser vê yekê kir ku "garantiya rastîn a peymanê ew e ku ka dê li qadê çawa were bicihkirin."
“Pirsgirêk dê bi rêya diyalogê bên çareserkirin”
Bi gotina Îshaq ji bo hemû pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin lihevkirin çêbûye û hemû alî ji dil dixwazin ku pisgirêk bên çareserkirin.
Îshaq her wiha amaje bi wê yekê kir ku bicihkirina peyamê dê di berjewendiya her du aliyan de be, wiha axivî:
"Rûdanên dawî yên li herêmê, bi taybetî bûyerên li berava Sûriyeyê, nêzîkatiyeke nû ji pêkhateyên cuda re dixwazin.
Bi vî awayî, dê derfet ji hevalbendên rejîma berê re neyên dayîn ku careke din vegerin rewşa berê."
“Tîma Mezlûm Ebdî bi hûrgiliyên peymanê dizane”
Besam Îshaq li ser hûgiliyên peymana jî got, “Hûrgiliyên peymanê tenê ji aliyê tîma ku bi Mezlûm Ebdî re dixebite tên zanîn.”
Wî li ser mijarê navbeynkariyê jî wiha got, "Hewldaneke navbeynkariyê ya navneteweyî hebû û bi taybetî ya Amerîkayê hebû.”
Li gorî gotina Îshaq, pêvajo dê gav bi gav bi pêş bikeve û ji aliyê leşkerî ve jî dê qonax bi qonax bê bicihkirin, bi taybetî ji bo ewlehiya sê parêzgehên rojhilatê Sûriyeyê dê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse