Hewlêr (Rûdaw) - Geir Pedersen got, "Ez banga xwe ya ji bo kêmkirina rageşiyê, aramiyê, rêgirtina li rijandina xwînê û parastina sivîlan li gorî yasayên mirovî yên navneteweyî dubare dikim."
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir Pedersen di Foruma Diyaloga Siyasî ya Dohayê de axivî.
Geir Pedersen banga "destpêkirina pêvajoyeke ku bibe sedema pêkanîna daxwazên rewa yên gelê Sûriyeyê" kir.
Komên çekdar piştî Îdlib, Heleb, Hema û Himsê berê xwe da Şama paytext.
Geir Pedersen diyar kir ku wî li ser vê mijarê bi wezîrên Tirkiye, Îran û Rûsyayê re hevdîtin pêk aniye û vê yekê jî bi rayedarên Amerîka, Fransa, Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê re parve kiriye.
"Divê bilez hevdîtinên siyasî li Cenevreyê bên kirin"
Her wiha Pedersen got, "Ji bo bicîhanîna biryara 2254 a Konseya Ewlehiyê (NY) min bang kir ku bilez hevdîtinên siyasî li Cenevreyê bên kirin."
Pedersen diyar kir ku wezîr û nûnerên ku bi wan re hevdîtin pêk anîne piştgirî dane vê bangê û got ku ew hêvîdar e ku di demek nêz de dîrokek were eşkerekirin.
Pedersen amaje bi wê yekê kir ku pêwîstiyeke bilez bi derbasbûneke siyasî heye û gpt:
"Divê ev bibe destpêka pêvajoyek ku bibe sedema pêkanîna daxwazên rewa yên gelê Sûriyê û vegerandina serwerî, serxwebûn, yekîtî û yekperçetiya axa Sûriyê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse